li Dêrika Hemko ahengek û pêşangehek hunerî bi helkeftina cejna jinan

Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî

Bi bûneya (8) Avdarê, roja jinên cîhanê,rêxistina jinê ya Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (Yekîtî), ahengeka hemerengî li bajarê Dêrika Hemko lidarxist.
 Di ahengê de, berpirsên partiyên kurdî,koma Dêrikê ya Folkolorê kurdî, endamên Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî û jimareka berfereh ji jinên deverê, beşdarbûn.
Destpêkê deryê pêşangehê ji aliyê Dayîka şehîd Welîd û xûşka şehîd Husên ve,herdu şehîdên serhildana (12)Avdarê li Dêrika Hemko, hate vekirin û şelîta dergehî bi destên wa hate birrîn.beşdarên ahengê derbasî naverasta pêşangehê bûn û li tablo û tiştên hatîn raxistin û berhevkirin nihêrtin û di nava wê de geryan.
Hêjayî gotinê ye, ku pêşangeh ji tabloyên hin hunerkêş û behremendên kurd li devera Dêrikê û ji hin tiştên ku berê bi dest û tiliyên jina kurd di hatin ristin û hûnandin, û herweha ji hin alavên Kevin di kelepor û folkolorê kurdî de,hate berhevkirin û pêkanîn.
Pişt re ahengê destpêkir,pêşkêşkerê ahengê xêrhatina mêvanan kir û cejna jinên cîhanê li jina kurd pîrozkir.
Dûv re gotina komîta siyasî ya Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurd li Sûriyê(Yekîtî)bi vê helkeftinê, ji aliyê mamosta Cinêd ve hate xwendin.
Di nav re hin movikên stiranan bi dengin ciwan û sirinckêş, ji aliyê koma Dêrikê ve hatin pêşkêşkirin û her dîsanê dibere kurte helbestin ji aliyê mamosta zar şêrîn Hindirîn ve, dihatin xwendin.
stirana (Qamîşlo warê şehîdan) ji aliyê hunermendê genc û deng xweş, Îsam Ebas ve hate stirandin.
Di peyî re, hin jinên bi ked û kar û destbikêr di warê kurdayetiyê de, hatin xelatkirin û ew xelat ji aliyê mamosta Mistefa Meşayîx serkirdê Partiya Yekîtî û mamosta Mihemed Qasim berpirsê Guropa Dêrikê ve, li ser wan jinên hêja û buhagiran hatin belavkirin.
Ew jinên ku hatin xelatkirin: Dayîka şehîd Welîd,Dayîka şehîd Husên,Dayîka Ednan,Dayîka Qehreman,helbestvan Hozana Mîro,helbestvan Evîn Şikakî,helbestvan Şefaet Omer,hunermenda çeleng û destbikêr Rewşen.
Mamosta Mehmud Sefo Endamê mekteba siyasî yê Partiya Çepa Kurd li Sûriyê jî, gotinek kurt bi vê helkeftinê da û di gotin xwe de,berevaniya mafê jinê kir û pesnê wê veda û got:di dîroka kurdayetiyê de,jina kurd bi destekê xwe darê dergûşê dihejînê û bi destê dî ala berxwedanê bilin dikê û gurzên gula vedweşînê.
Dawiyê çavdêriya ahengê sipasiya beşdaran kir û careka dî cejna jinan li wan pîrozkir û hêvîkir ku di sala bê de,ewan mafê xwe yê siyasî,civakî û mafnasî wergirtbê û aheng bi belavkirina şîraniyê li ser amadebûyan bi dawî hat.

Dêrika Hemko: 7-3-2007 ê .
Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…