KOBANÊ… QEHREMANE


Muhemmed Mella

Li ser vê ..axa ..pȋroz ..
Tarȋ kirin ..mij ȗ morane..
Hêzên.. Ebabellek..
Destên qirêj ȗ dev bixwȋn ..

Wêran kirin ..talan kirin ..
Hemȗ kes derbeder kirin ..
Lê ..Kobanê ..qehremane ..
Ronȋ da.. pelên ..dȋrokê..
Weke.. kelha demdemê.
Weke Mehabad ȗ Barzane..
Arȋnê ..bȗye volqan..
Ronak da ronȋ ..bȗ ..
Sed arȋn wê şȋn bibin..
Himberȋ van sitemkaran
Kurd ..tu car  namirin ..
Hemȗ wekȋ şeranin..
Nextê azadiyê girane..
Belê li ser kurdan..
Bȗye ..fermane ..
Ne armanc ..şingale ..
Yan jȋ ..kobanêye ..
Belê ..nebȗnkrina kurdaye
Evin hirç ȗ ..hovin..
Ne xweş mirovin ..
Parsek ȗ tazȋ ȗ komirin..
Ku kurda dibȋnin gawir..
Ma qey ev jȋ enfale..?!!
Lê ew bi xwe ..gawirin ..
Ȗ ewin hemȗ xapȋnokin..
Bila ..teresan ..bi zanin ..
Ev xaka giran buhaye..
Ciyê şêremêr ȗ Egȋdaye..
Restemê zalin ,koreşin
Evin kurê ..mad ȗ mȋtanin..
Ma Hesp ..qey di tirse ..
Ji vê xişxişokê …?!!
Ew çendȋ ..xeşȋmokin..
Kobanê ..hilweşand ..
Çargoşeya ..taristanê..
Helweşand dȋwarê neçariyê
Hejand hestê ..cȋhanê..
Bi mêrxasiya van lehengan..
Dirandin perda tarȋtiyê..
Ȗ mizgȋn..dane millet..
Bi berxwedan ȗ yekȋtȋyê..
Wê bişkivin gulên sor ..
Va ..hat..buhara kurdistanê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…