Pîrozbahîya 8ê avdarê

Suad cegerxwîn

Xuşkên hêja,ez di rîya vê namêre,silavên xwe yên germ ji were rêdikim û 8ê avdarê, roja navneteweyî ya jina li we teva pîroz dikim.
di vê rojêde em jin tev kêfxweşin ,hêvîya me ewe ku wê jinên kurd nêzîk karibin rêxistinên xwe yên serbixwe bi awakî fireh li seranserê welat ava bikin .Avakirina komelak yan jî yekîtîk jina di civata me de ji gavên pir giring û hêjane ,divê em li gel hev bavêjin her û ha pêşveçûneke pêwîste .îro roj çi karê ku jin bê rêxistin dikin ne li berç ava ye ,çiqas em bihevre bin û karê xwe bi nav bikin ewê karê me bêtir xuyayî û bi hêz be û emê karibin bi rihetî kul û kêşên xwe zelal bikin û di rîya rêxistinên xwere derdê xwe vekirî bêjin ûçareser bikin . silavên germ ji hemû jina re ,bi taybetî ji jinên kurd re ,li welat û li dervey welat ,jinên ku bi nasnama xwe kar û xebatê dikin û jibo pirsa jina û wekhevîya jin û mêra ,jibo netewa xwe û rêzgarîya gelê xwe di civakê de tim beşdarin .Silav ji jinên li ber tenûran re ,yên li ber dergûşan, li nav rezan û li nava malê kar û xebata rojane dikin .8ê avdarê jibo me teva cejneke pir taybet û giranbuhaye, roja şahî û  kêfxweşîyê ye,roja berxwedan û serxwebûnê ye ,lê mixabin dilê me kurdan çi jin û çi mêr tev bi êş û xemgîne ,para me di şahîya 8ê avdarê de pir kê me , ji ber ku divê mehêde ,destên çepel pir caran tawanên dijwar bi ser gelê me de anîne .ji tawana Helebçe ta tawana qamişloyê ya ku têde  birek ji ciwanên me bê sedem jiyana xwe windakirin , ev tawanên giran qet nayên jibîrkirin ,di rîya wan pakrewana re silav li hemû şehîdên welatê me re .Silav ji jinên tekoşer re ku di dîroka gelê xwe de pakrewan bûne wek Leyla Qasim û hin din , ew qet nayên jibîrkirin ,herdem ewê di dilê me de bijîn .
Bijî 8ê avdarê ..roja navneteweyî ya jina

Bela 8ê avdarê soza me jina be ,jibo jiyaneke nû pêşketî ku mirov tevde tê de giranbuhabe  jin be yan mer be

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…