Konê Reş
Ezbenî!
Ez dikarim li heyam gudarî bikim;
Bê çawa bi ser navê me ve vedibe,
Bê derd, kul û xem dibihure..!
Çiyako li me ne fitile!
Em wek şikêrên keviran e
Di quntarê te de.
Ezbenî!
Min bîr ne dibir ku,
Çiyayê Şengalê, Beriya Mêrdînê, deşta Sinceqê
Deşta Sirûcê û çiyayê Kurmênc
Di hewşa mala min de radizên..
Şengal, Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, Efrînê û Kobanî..
Her êvar mêvanên min bin..
Erê Ezbenî min bîr ne dibir ku,
Darên Beriwê ji ser çiyayên min birevin
û
Darên Çinarê, ewên kevnare bidin pey wan..
Ezbenî!
Em bi hêviya heyamekî nû ne;
Heyamekî, ku em porê serê wî
Bi çîrok û çîvanokên kevin û nû
Şeh bikin û bihûnin..
Êlekê wî ji êş û hisretan daweşînin..
Erê pêwistiya me bi heyamekê nû heye
Heyamekî ku ji tirsê ne tirse û
Bi cegerdarî karibe;
Di ser agirê gur re biqevêze û bibeze..
Erê ezbenî, em bihêvîne ku careke din
Kaniyên çemê Xabûr der bibin, vebin û
Av di best, cog û newalên welatê min de biherike..
Konê Reş, Qamişlo, 20.09.2014