Elwan Şivan
Afrandine welatkî ji mijê
Bi şêwayê keskesorên ji reneg tevzî
Li perave xewneke bê pêl
Di şeveke gazinokde
Payîtexteke ji neqşe hilmên deryake
kelek
û hewldanên esîmanekî sitewer
Bi cirokvedane biroskan di pêsîre
Asoyên sar û tagirtî
Sirûde Newresên destê sibê
Mîne ey reqîban ji bedewîya welatê ji
mijê dixwînin
mijê dixwînin
Mişextîya wêrekên helwest firotî
û mihtine hewldanan ji pakur û başoran
Welatekî ji mijê li navbera serxet û
binxetê di afrînin
binxetê di afrînin
Siwarê leyîlaneke bezok
Sînor û tixûbên tirsê cirandin
Al û beyreqên ji rengê şevê
Di pêsîre pakrewankî bê netew li şon
raxistî
raxistî
Û lavên başor û bakura bo welatê ji
mijê
mijê
Mane mîne mijê