Brahîm Mehmûd
“ Bo Beko,
helbet yê ne sûc lî ”
A dest bi lêxistina
B kir
B yê zirtekî kerba xwe di serê C de derxit
C zirt dane Ç
Ç qiyamet li serê D rakir
D êrîşî E kir
E ji xwe re Ê
kire nîşaneke hesan
Ê xwe negert gef li F xwar
F G bi buksan daber xwe
G H daber pênan
H dîn bû , keysa xwe li i anî
I gote Î ev ji te re namîne
Î bê deng J
Qulopazî kir
J K avête erdê
K L li ber çavê xwe dît raser hat
L dengê xwe bi ser M xist
M ji N got ma ev çend û çend ji te re
N gormînî ji O anî
O bi keza çû P
P Q pelixand
Q tiştê nemayî anî serê R
R bi tund xwe zerkir S
S Ş di nav gotinên kirêt de şûşt
Ş dinanên U rakir
U derba mirinê avête Û
Û têra xwe heye, V ji hev xist
V W ji qidûm xist
W xwe ne gird, X JI wî eyarî ew xiste eyarekî din de
X xwe qiç kir Y
Y heta jê hat derba guştinê avête Z
Z agir bi A xist
Û hate xwar
Elfabê bi xwe ket û qîriya û got:
Ev hemî kurd in kurd