Pêşmergeyên me.



Mizgin Hesko

Ey reqîb her… pêşmergeyên me hatin
Tîşkên rojê… herikîna ferat in
Ji xwe bawer…canfîdayê welat in

Agirê çiyê… xemilîna xelat in
Ey reqîb her…wa  dem êdî hatiye
Xaka kurdan… tev zêr û ronahiye
Bilîlîne dayê… wa dem hatiye
Sedsala me ye… aheng dîrokiye

Pêşmergeyên me tev boz û qemer in
Payedar in… canbexşîn û rêber in
Kilê çavan… pir şepal û dilber in
Li hawîrî xakê … gustîlk û kember in

Bi rengên cuda… tev Kurdistanî ne
Nîşana yekîtî…  ala rengîn e
Neviyên Şêx… tev çirayên Qadîn e
Bi çek û rext… leşkerên Barzanî ne

Siwar hatin… artêşa Diyagoz in
Dastana kurdî… sirûda Zagroz in
Çalak û bi hêz… her serxwebûn doz in
Kes nebê kurd dimirin… kurd pîroz in.

*Hevoka Ey Reqîb her… ji sirûda nestumanî a , bi mebest min ew bikar aniye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…