Dostên Kurd

Heyder Omer 
Sala (1998)ê
xelata Osman Sebrî ji bo dostaniya gelan hate damezirandin. Hemî endamên vê
xelatê lihev kirin, ku ji bo dostên gelê Kurd were pêşkêşkirin; ew kesên ku ne
Kurd in, lê bervêdêriya gelê me kirine, û dikin, pê re jî mirov dikare bibêje,
ku wan rûmeta dostaniyê istandine.

Cara pêş ev
xelat bi dest civaknasê Turk; Simaîl Beşkcî ket. Her kesê Kurd nav û dengê vî
dostê hêja bihîstiye, û dizane ku vê kesayetiyê gelk êş û azar ji dest destlata
Turkan dîtiye, û pir caran, ji bo helwestên xwe, ku di tenga gelê re diyar
kirine, hatiye zîndankirin, lê carekê jî helwesta xwe neguheriye.

Cara duwem jî
xanim Danyal Mîtîran ev xelat wergirt. Evê xanimê jî helwestên payebilind di
tenga gelê me re diyar kirin, ta radeya ku Kurdan ew bi navê (diya Kurdan)
navan dine. 
 
Beriya
ku kesayetiya ji bo cara sêyem were nîşankirin, gelek dostan, navê El-Qezafî
pêşniyar kirin, bi behaneya ku ew yekemîn
serkirdeyên Ereba ye, ku helwestên nirxbiha di tenga gelê me re diyar kirin, û
heye jî alaikariyên diravî dabine tevgera rizgarîxwaza Kurd li başûr û bakurê
Kurdistanê. Vê lomê jî layiqî rûmetkirina Kurda ye. 
 
Dostekî
min, bê ku navê wî diyar bikim, hewsdar bû, ku em vê cara sêyem xelatê bidin
El-Qezafî, û bi dirêjî li ser telefonê
nerîna xwe ji min sirove kirir, û lava kir ku ez vê pêşniyara wî bighînim
komîta xelatê. Min gote wî dostê xwe: Hemî gotinên te, di tenga helwesta
El-Qezafî ji bo gelê me, rast in, û dikarim zêde bibêjin, ku ez bawer im
El-Qezafî dê endamên komîtê bi awayê fermî pêşwaz bike, dê bîlêta çûna Lîbiya û
ya vegerê bide me, û bi ser de dê perene pir jî bide komîtê. Lê birayê delal ez
nikarim vê pêşniyara te raxim pêş endamên komîtê, ji ber ku helwesta wî di
tenga gelê me re nikare karên wî yên qerêj di tenga gelê Lîbiyayê re veşêre, ez
çar salan li Lîbiyayê mame, û dizamin ta çi radeyê gelê Lîbiyayê ji dest sitema
wî dinale, û rojekê berî ya din dixwaze ji sitema wî rizgar bibe. Ev yeka sala
2009ê bû, û pir neçû we dît gelê Lîbiyayê sala (2011)ê bi çiawayî raperî û ew
herifan û kuşt. 
 

Her
weha hin dostan, nemaze jî ji Kurdên, ku li Elmanyayê dimînin, navê
siyasetmedara Elman; endama partiya Kesk, Klaudiya
Roth pêşniyar kirin, ku ez navê wê bidim komîta xelatê, ji ber ku ewê nerîn û
helwestên basş di tenga gelê me re hene, û bi ser de jî ew kesayetiyeke ewropî
ye, û gelê me bi hewceyî dostên ewropî ye. Dîsan min ji wan dostan re diyar
kir, ku nikar im pêşniyara wan raxim pêş komîtê, ji ber ku, bi nerîna min,
helwestên pirên siyasetmedar û kesên çep zû têne guheztin, û ne dûr e ku ew jî
helwesta xwe rojekê biguhêze, û min nimûneyek ji wan re da xuyakirin.

Dema
min li Lîbiyayê (1980-1984) karê mamostetiyê dikir, têkiliyên min li gel hêzên
tevgera felstînî xurt bûn, carekê nûnerê eniya
Demikrat a felestînî, (El-Cebhe El-Dîmiqratiyye) gote min: Nûnerên hêzên
felestînî li Lîbiyayê, dê ji bo (roja zemînê / Yewm El-Erd), ku dikeve dawiya
meha Adarê, daxuyaniyekê belav bikin, em dixwazin tu jî navê xwe li bin
daxuyaniyê deynî.

Min
gote wî: Me jî wek ku em Kurd in, rojek netewî di vê meha Adarê de heye, navê
Newroz e, ez hêvî dikim, ku du-sê hevok, ji bo
Newroza me jî, di daxuyaniyê de hebin. Gote min: Ezê vê pêşniyara te raxim pêş
nûnerên hêzên din, û te agah bikin. Roja din gote min: Nûnerên wan hêzan hemiya
ev pêşniyar nepejirandin. Vê lomê min jî navê xwe danenî bin daxuyaniya wan.

 

Va
ye, di van rojên ku gelê Kurd li başûr û rojavayê Kurdistanê ji ber tevahiya
cîhanê de şerê terorê û terorîstan dike; ev
terorîstên, ku Malîkî û artêşa Îraqê çekên eremîkî yên nû ji wan re hêştin û
baz dan. Û xwîna kurdan, nemaze ya şengaliyan dinya hejand, lê mixabin çepên
elman û Klaudiya Roth, guhên kerr tê yal kirine, û hewl didin, da biryara
hukumeta elmanya, ku dê çekan ji bo Pêşmergeyên Kurdistanê verêke, bi şûnda bidin,
û bi tundî, di parlemetoyê elmaniya de, li dij wê biryarê diqîr in. Gelo evana
û kesên wek wan dikarin bibin doistên Kurdan, û werin rûmetkirin?!   

     

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…