Bang, ji rîsipî û aqilmendên Ezîdî re

Qado Şêrîn 
  

Piştî daxwiyaniyên fermanderê Pêşmergeyan li çiyayê Şingalê Qasim Şeşo.

 

Em bang li aqilmend û rîsipiyên Ezîdiyan dikin, daku ji xwe
yan jî ji hemû pêkhatiyên gelê kurd ên bêlayane, komîteke serbixwe û azad
damezirînin, daku ew komît li Şingal û Şêxan lêkolîn bike, û encama lêkolîn û
rastiyan bileztirîn wext ji gelê kurd re ragihîne.

Gelê kurd ji derew û helwest û daxwiyanî û kiryarên şaş xemsar
û bê hêvî bûye.

 

Qasim Şeşo ji dezgehên ragihandinê re ragihandibû(Basnews-wek
nimûne) ku divê ji bo rizgarkirina Şingalê şervanên Pyd û Pkk li vir nemînin.

Piştî ku Hêzên Pêşmerge û Kurdên Êzdî rê ji bo rizgarkirina derbiderên
çiyayê Şingalê vekirin, hêzeke Pkk û Pyd li wir bicîh bûn û tevgereke ciwanan
pêkanîn.
 

Her wiha Qasim Şeşo ji BasNewsê re got: ‘’Çekdarên Pyd bi zorê ciwanên
Kurdên Êzdî dibin nav rêzên xwe û herî dawî jî hewl dan ku rêya rizgarkirin û
gehandina alîkariyê bo derbiderên ser çiyayê Şingalê bigrin.’‘ 

 
Şeşo da zanîn ku şervanên Pyd ala xwe li ser perestgeha Şerfedîn bilind kirine
û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Şervanên Pyd gelek pirsgirêkan ji me re derdixin,
loma em dixwazin ku ji bo rizgarkirina Şingal û derbideran, herwiha vegerandina
rewşa ewlekariyê ya deverê şervanên Pyd û Pkk li çiyayê Şingal û navçeyê
nemînin. 
 
Di wexta ku em dixwazin gelê kurd li hember hemû êrîşên dijminan yek be,
daku karibe xwe biparêze, emê dozê li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku xwedî li
xwe û me derkevin, û helwest û gotara xwe ne tenê li hember dijminan, belê li
hember hemû kiryarên şaş ên navxweyî bilind bikin û bêdeng nemînin.
 

Di eynî wextê de, eger Ezîdî, bi taybetî yên li derveyî welêt(cemawer,
rewşenbîr, siyasetvan, dezgeh û komele, zikêş, şêx û rîsipî…), banga me
pêkneynin û lêkolîn nekin, wê gelê kurd fam bike ku hemû daxwiyaniyên Qasim Şeşo rast in, û bi dilê gelê me yê
Ezîdî dibe, êdî bila gazinan ji Pêşmergeyan nekin û nebêjin hûn tiştekî ji me
re nakin.

 

Em bangê li Ezîdiyan dikin, ji ber bêtir xwediyên meselê ne, û bêlayane
ne. Û ji mafê gelê kurd e rastiyê bizanibe.

 

Serkeftin para we be…

 02/09/2014   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…