Şingal…Birîn û Şîn

Lewend Dalînî

Ey tawûsî melek serek ê firîştan,
Û cîgir ê yezdan li xak ê
Were ji asîman ê heftan peya be
Û li me temaşe bike

Komkujîya heftê û çaremîn
Vaye li me pêktînin
Û
Koka Êzîdxan bi şûrê
ABA LEHEB,
Tê birîn
Kulîlkên Êzîdxanîyan li ber qefê
Hîm û tehtên çiyayê şingal ê
Û deşta Simoqîya di bin kel kela germa havîn ê de,
Di çilmisin
Giyan dispêrin û
Nema dilivin
Îro roja Tîrmiha sala 2014a ye
Gel ê Êzîdxan li deşt û kolanan
Koçber bû ye û,
Bi pîlan Cînosîd ê li wana
Bikar tînin!?
Ey Tawûsî melek
Îro ne roja cejna çarşemba yekemîn ji Nîsan ê ye
Ku hersal carek ê di wê rojê de
Tu peyadib ê xak ê,
Û Êzîdxan li deştên rojhilat ê
Di pêşwazîya te de ye
Û xwe bi hatina te
Pîroz dik ê
Were binêre Melek ê min,
Vaye çete reşan û rih drêjan,
Xaka te qirêj û gemar,
Kirine?! Yezdan pê agahdar bike?
Ne ava gola Simoqya û sabûna çiyayê Kurmênc,
Û ne jî kanîya Laleşê nûranî
Di kare careke din wê paqij bike
Xemeke giran kûraya dilê min girtî ye û,
Qehrecanê min,
Nema di kare wê hilgire
Û di bin hêrza ser tewndina
Min de,
Xûz dibe
Tawûsî Melek:
Pir ji te şermezarin
Gelo bi çi rûw ê reş
Yan bi çi ziman ê çewt û lal
Em ê pêşwazî ya te bikin!? û
bersivên têkveçûna xwe,
Di rûbarî te de,
Bidim?!

Îro ordeka çemê Xêbûrê
Bi gepê gumgumokên çepel
Têne cûtin..
Wey lo…Wey loo
Ax û oxîn li vê tofan ê
Li vê dil êşan ê
Deng ê Edûl ê li Kewkebî Mila,
Nema digêje guh ê min
Xirqe û benik di gerdena êzîdîya deşta Simoqya de,
Vaye sorbûye ji xwîn ê
Tanî bi hêrikên çiyayê şingal ê jî
Rûçik ê xwe ji zarok û diyên me,
Di guherin!?
Kê di dîroka me de gotîye:
Kesek dost ê Kurdan tine ji bilî çiyayên wan
Ev çi xewna derewîne?

Şingala min….. tu ne bi ten ê ye?
Eger Amed dil ê Kurdistan ê be?
Ji xwe tû ceger ê wê ye
Şingal tu ne tenê di dîroka Tawûsî melek de,
Pîrozgeheke,
 Lê weke Laleş jî
Tu qublegeha Kurdan teva ye
Îro tu Helepça ye
Îro tu enfal e
Û li ser te îro
Fermana Aleqemş ê
Bi kar hatî ye
Xem û mereqa mexwe?
Tanî dilopek ji xwîn ê di damarê Kurdekî de bê jenîn, bê şik
Tê rizgarkirî be
Ger ew xwedîyê “INEMA AMWALÛHUM WE AWLADÛHÛM XENÎMETEN LEKÛM
Em xwedî yê xaka tavê ne
Û ên kû
Cara yekemîn di dîrok ê de,
Nan afirandine û
Sewal kedî kirine
Heger bi xwînê me bin ax bikin
Weke gulan emê şîn
Bibin
Me xeyde Şingala delal
Her zarokekî te Kevokek buhiştê ye
Her kalekî te firîşteke
Û her dayîkek te jî
Bûhişteke…..

3 ê Tîrmeh ê 2014
Beîrût – Lûbnan

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…