Dîwana Mihemed Ebdê a bi navê (Hestên Min) Ket bin çapê de

 dê di demek nêz de wê Dîwana Mihemed Ebdê a bi navê (Hestên Min) bikeve nav destên xwendevanan de.

Helbestek ji dîwanê:

Ala me
Hey- hey Ala me
Bê te nabe jiyana me
Çi xweşikin rengê te
Sed pîroz be li gelê me

Sor….
Xwîna şehîdê me ye
Kesk…..
Xweşiya welatê me ye
Sipî……
Rengê aştiya me ye
Zer …..
Nîşana yekbûna me ye
Hezar carî dibêjin
Gorî te be canê me
Hey- hey Ala me
reng şêrînî  Tu
Dîrok û hebûn û vînî
Kêf û şahî û şînî
Temen xwînî
Ji kurdan re evîn û  mizgînî
Nexşek bê hempa geş dimînî
Samanî di Panavên welat de
Li ber ba di perpire
Kurdistan bi te dixemile
Amed, Mihabad û Hewlêr
Ta bi Qamişlokê
Li benda te ne, Ala me.
Li cîhanê bibî navnîşana me.

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…