Konê ReşHer wiha Dr. Cemşîd Bedirxan kar di damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurd a (Li Şamê) kiriye û wiha jî di komeleya Xwendekarên Kurd a li Elmanya.. Hem jî di rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê ya şaxê Ewrupa de kar kiriye.. Vê paşiyê ji ber rewşeke taybetî dev ji kar û çalakiyên siyasî berdaye û êdî giringî daye karê xwe yê tenduristiyê.
Di salên 1985 û 86 an de Dr. Cemşîd Bedirxan bi nasnameyeke din û bi navekî din yê veşartî, seredana cîh û warê, bav û kalên xwe bajarê Cizira Botanê dike. Nêzîkî du mehan li bajarê Şirnex, herêma Botan û gelek bajarên bakûrê Kurdistanê digere. Her wiha ji bo derfeteke xebatê lêkolîn û hevdîtinan pêk tîne. Lê mixabin li wir jî ji ber bindestiya welat û astengiyên dewleta Tirk nikare li wir zêdetir bimîne û dîsa bi neçarî vedigere Elmanya.
Dr. Cemşîd Bedirxan di roja 19.09.1975 an de li gel Michtield xanim dizewice û du zarokên wî yên bi navê Kurd (Curd) û Evîn çêdibin. Curd û Evîn herdu li Elmanya dijîn. Dr. Curd xwendina xwe ya bijîşkiyê qedandiye û niha di nexweşxaneyên Elmanya kar dike. Evîn jî li Elmanya xwendina Pedagojî qedandiye û li wir kar dike. Her wiha ew li gel Jiyan Bedirxan tevlî jiyana hevjîniyê bûye. Dr. Cemşîd Bedirxan di roja 10.12.1999 an de li Brezilya yê koça dawî dike û termê wî li bajarê Koblenz yê (Elmanya) dispêrin axê. Dr. Cemşîd Bedirxan ji derveyî zimanê Kurdî, zimanên Erebî, Ingilîzî, Fransî, Elmanî, Tirkî û Portogalî bi awayeke baş dizanîn.
Yezdanê mezin wî bi dilovaniya xwe şa bike û cihê wî buhişta rengîn be.
Qamişlo 03/08/2014

Şîrove (0)