El-Malikî «Dergevanê agir».. û çêkirê «leylanê!»

Dr. Sozdar Mîdî
Wergerandin ji erebî: Mihemed Hesko (Birasoz)

   Pendek e Romanî ya Kevin heye dibêj e: Koşkar nikar e xwe diser solê re bigr e! Herusa kesên faşîzim jî, nikarin xwe di ser hizir û têgehên xwe yên faşîzimî re bigrin, û nikarin ji nirînên xwe yên dagîrkerî yên paşmayî rizgar bin, û bi taybet eger mijar bi kurdan ev girêdayî be.
Û di rastî yê de, ku pirsgirêk a gelê kurd digel vê cûrê faşîzimê pirsgirekek e gelek aloz û dijwar e, ji ber ku ew nikarin û dib e naxwazin, têbighêjin  ku em milletekin, milletekî serbixwen e û ne firs an ereb û ne jî tirkin, û mafê me kamil heye ku, em kurd di dewlet a xwe ya serbixwe de bi azadî bijîn, weku hemû gelên cîhanê. Û ya balkêş û matmayî ew e ku, sêrî me kurdan dikin weku em xortên xwîn germin û serê me jî germ e û em nizanin em çi dixwazin û herusa çi dikin, û her û her pêwîstiya me bi tembî û şîretên wan he ye, û eger em guh nedin şîret û tembîyên wan,  emê têkevin leylanên bê ser û ber û  bê dawî.
   Û koşkarê herî dawî yê jî, ku bi dayîna şîretên xwe yên giranbuha  û camêrî ya xwe li me kir, ew jî Nûrî El-Malikî serok wezîrê Îraqê ye, û weha diyar e  di kelepor a îslamî de jî, ku dergevanê dojehê navê wî Malik e, û rola ku Nûrî El-Malikî pê radib e ji dema ku bûye serok wezîr ev e, ku îraq kir e dojeh, û rijde ku her bimîn e dergevan ji dewlet a xwe ya dojehî re, û retdike ku ji ser kursiya xwe ya xwedawendî bê xwar.

El-Malikî “dergevanê agir“ ev jî ligor derbirîna îslamê, rabû û rûnişt û bû (firt û zirta) wî, û ji bilindi ya xwe ve, bi şîret û bi gef xwerinê bi ser kurdan de vebû, çima? Ev yekî jî, ji ber ku Me,sûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ragihan ku dema gelê kurd hatî ye daku bibe serbixwe, û şîreta ku hişmend û jêhatî  ya “dergevanê agir“ ku pê camîriya xwe li kurdan kir,  çi bû?  Ew jî agahdarkirina kurdan bû, ku dê bikevin leylanek ê û ewê jê dernekevin!  
   Ev şîret a Malikî ya bi gefgîr, gellek wateyan di bin xwe de vedişêre:
   Yek ji wan wateyan ew e, ku ew û kî li paş wê gefê ye, û di pêşiyê de faris û hevalbendên wan, dê çoyan têxin nav tekerên pêvajo ya serxwebûn a kurdan, û ewê nifşekî nû ji Caşên kurdan çêkin, ew jî bi rêya silogan û felsefeyên Caşîtiya nû, û dê kurdan bi kurdan bikutin û bi dest hev, hevdu wêranbikin, û mixabin rih û rîçalên Caşîtî yê jî  hen e, û li benda dilovaniya dagîrkeran e daku ji nûv e serî hild e û  şîn bib e.

  Û her ji wan wateyan ew e ku, dê peyayên xwe yên cîhadî(xwekuj)  ji herud mezhebên Sunnî û Şî,î bi ser kurdan de bişînin, digel vê yekê fetwêyên Elî El-Sîstanî lêvegerê mazinê Şî,eyan jî hazir û amaden e, û beriya demek e nêzîk giropên cîhadiyên Şî,e bi ser erebên Sunne de berdan, çiye wî nehêl e ku giropên xwe yên Cîhadî bi ser kurdan de jî ne berd e? Û ne veşartî ye ku Elî El-Sîstanî û Nûrî El-Malikî herdu şûnkarên farisan e li Îraqê: yê yekem erk a wî  olî ye, ew jî bi derkirina fetweyan e, û yê duyem erkê wî sîyasî û leşkerî ye, ew jî vegerandina serhildêran e bo mala çokdanîn a farsî ye.
   Herusa ji wan wateyan, ku Nûrî El-Malikî “dergevanê agir “ dê şer li dijî herêma kurdî( Kurdistanê) rabighîn e, û bi behane ya şerkirin lidijî terorîstan hêzên xwe bi balefir û bi mûşekan biçek dik e, û çiye bihêle ku ew berê belafir û mûşkên xwe berve Herêma Kurdistanê nek e, û bingeh a bingehîn a ku ev çend salin kurdan di avakirina wê de westiyan e û bi bizav û lêçûnek e pareyên pir avakirin e, wêran bike?  Ma ne bingeh a zêrîna faşîstan ew e: “Ez nikarin xwe bi gihînim ast a te , ma ezê te neghînim ast a  xwe!“
   Erê, çi tişt rêgiriyê li Nûrî El-Malikî “dergevanê agir“ nek e, û bi piştevanî ya hevalbendê farisî- ku berê balefir û mûşekên xwe berve deverên kurdî (kurdistanê) bik e, ew jî bi bihane ya serkutkirin a “serhildêrên cudaxwaz“ ji dewlet a Îraqê ye, weku çawa Sedam Husên dikir, û herusa hêzên bê sênc û tolazên mezinê cîhanê jî, yên ku hikumê cîhanê dikin, dê bê deng bin, ji ber ku hemû lidijî parçebûn a dewlet a Îraqê ne! û bila kurd û Kurdistan jî herin bikevin dojehehek e herî nêzîk, ew jî dojeh a “dergevanê agir“ Nûrî El-Malikî ye.  
   Kurdino! Divê win bizanbin ku gefên “dergevanê agir“ ji dilin,  ji berku ew zilam ( Ne ji xweberê diaxife, lê belê îlham û Wehî ye), “soret a El-Necim ji Quran“ ê, û Elî Xamine,î rêberê bilindê farisî û bi rêya şûnkarê xwe Elî El-Sîstanî re, ew e yê ku Wehî bo wî daketiye, û ew û hevalbendên wî, çêkirê leylan a  bê dawî ne.
  Gelo! Win jê re amade ne?!
    Û çi dib e bil bib e, divê  Kurdistan rizgar bib e!
1-8-2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…