Zarok û Cejin

 

Kerîma Reşko

Zarok û Cejin 
Vaye dîsa cejin hat 
Bê kêf hat 
Bê xweşî hat 
bê ken hat 
Bê dilşadî hat 

Vaye dîsa cejin hat 
Em bê par in 
Em bê war in 
Em bê welat in 
Vaye dîsa cejin hat 
Û li welatè me 
Tenè dengê tivingan tê 
Tenê qîr qîra zarokan tê 
Tenê , hewaar hewara dayikan tê 
Xwedan 
Gelo te ji welatê me bar kiriyî ?!?!
Cejnek bê deng 
Cejnek tev xwîn 
Xwedan 
Qelo , te gir ji welatê me girtiyê ?!
Dibistana me ..bûye goristan 
Jiyana me …bûye dojeh û volqan 
Xwedan 
Zarokên me Sêwî man 
Li kolanan . bè dè û bav man 
Jinên me ..bî man 
Xort û qîzên me ..bê çar man 
Xwedan 
Gelo te ne bihîst ?!?!
Gawiran em rêwî kirin 
Mal û xaniyèn me bin ax kirin 
Xwedan 
Dojeh tijî nebû li ba we ?!
Xwedan ..
Cejnek pîroz bi ser me de bişîn 
Cejnek tev ferîşteyan 
Xwedan 
Ta kengî emê bang in 
Û ta kengî asîman bê deng bî ???

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…