ÇÎKDANA ÊŞÊN DIl

Merwan Berekat

Eger..
Tu biçî hundirê çavê royê
ezê berî te li wir bim
bila..

         em bi hev re bişewtin.

Eger…
Tu bibî hilmek û biçî ezmên
ezê te û xwe
bikim ewrekî têrbaran,
bila….
       em bi hev re bibarin.
Eger..
Tu bibî sîwara hespê koçberiyê
ezê riyên cîhanê
bi nameyên eşqê dorpêç bikim
û deriyê dil..
               li ser piştê vekim.
Ta ez hebim..
ezê ji bedewiya te helbestan bihûsim
û her tim..
wan di ahenga temenê xwe de bixwînim.
Ezê şevên xwe
ji çîkên eşqa te bikenînim
û di kenê gelawêjê de
bi dêmên te mijûl bibim.
Di riya mala we de
ezê nêrînên coşê biçêrînim
û dilê te…
           bi Ayetên eşqê kedî bikim.
Şevên min..
Zerdeştî dizên
evîn û çelengiya te Avista wan in
çima tu deriyên perestgehan
li pêş nimêjên Ahromezdî venakî.. ?
Rojên min Meryemî ne
nazdariya te Sifretekwîna wan in
kîngê…
zengilê lêbidin
û tiliyên destê rastê
wê li ser lêdanên dil hev ramûsin ?
Bêje min kîngê…?
Eger..
nivişta evîdariya te
ji buxçika demên  min were derxistin
ezê bibim…
bûyera dînîtiyê
û her tim…
           navê te bilêv bikim.
Xewnên min
tenê…
        bi awazên dengê te payî dibin
Çi demê…
ewê dîlana hişyariyê bigerînin ?
Kovan, derd
û birînên dil
tenê..
bi tîna silava te derman dibin
ta kîngê….
ewê bimîne hêlûna êşan.. ?
                           Bêje min.. ta kîngê…??
Eger tîna destê te
xewna destê min payî bike
hîngê.
ez hestiyar bibim
ku ji Neboxizê Babilê bextewartir im.
Berî radestî xewê bibim
ayetên bedewiya te dixwînim
û diyariya te
wek pirtûkeke pîroz
dixim bin balgiyê şevê
ji bo carekê…
            daxwez bizên.
Carekê were..
şivanmijûlkên bîrveçûne veciniqîne
di riya mala min de
hewzik di xeweke seqemî de ne
wan bi gavan germ bike
bila carekê dilşad bibin.
Li pêş mal min
nêrgiz û lalezer bêzar in
carekê were..
           wan bi awirên xwe bikenîne.
Were..  
bila kulîkên reyhanan
ji baweşîna porê te
                     xweşbînê birevînin.
Soz bi Taw û Tîşopê Mîtanî
eger..
 tu serdana xewên dil bikî 
ezê…
hezar û yek çîrokên xemrevîna Şehreyar
bikim xilxal
           bi benikê solên te xînim.
Ezê…
hêrsên eşqa Cizîrî
bikim berbisk
û bi wê..
sêvên xelatî
              ji porê têrmisk rizgar bikim.
Ezê..
ji qurnefîlên  çiyayê Reşko
ji sosinên Mêrgesorê
û ji..
wehwehokên herêma Şêrewan
guldanekê amade bikim
û maseya şeva bextewar
bi wê bixemilînim.
Meqesokên rojêm xemgîn
azad bifirîne
bila…
         xeydokiya deman binikilînin.
Carekê were
Bila…
axa riya mla min
bi tîna gavan serxweş bibe
bila…
li şûna wan
zeviyên nermikê zîl bidin
û şegroka bîstrojî
          şîlava xwe di rehên wan de biguvişe. 
Bejna bûkanî
bike dîlana fincikan
bila..
bi awaza beniyên yaqût û mircanan
mereqên min payî bibin
û li pêş gavên te
semaya keçikên Çerkezan bikin.
Eger..
tu ji nazdariya bejna bûkanî
tîbûna çavên xemgîn
                           têr nêrîn bikî
ezê..
 bilbilên çavlixew
 ji hembêza gulan hişyar bikim
û hemû çûkezerên Nîsanê
li tenişt rê bicivînim
bila ji te re
               semaya awê qertelkî bikin.
Eger..
tu daxwezên dil ko bikî
û zengilê mala min
bi tiliyên findî bi ziman bikî
ezê..
henhenoka Birca Qirê
bi rondikên şabûnekê nerm bikim
û..
di ber strana Lêlê Yarê re
tiliya te ya qilîçê hene bikim.
Dilrevînê… !
Rojên min..
          bûne çerxên jibîrkirî
Şevên min..
         bûne pûtên raketî
Demên min..
          bûne tareke ji êgir
siwarê hatinê rizgar bike
bila..
   rengên dûrketinê bişewitîne. 
Li pêş mala min
bedena dara sicê
bi fêrmiskên hechecokan tê şuştin
carekê were..
                   xeyda wê ziwa bike.
Di deryayên çaverêbûnê de
qeyîqên  nîgaşan gêj digerin
were..
bila lîliyên xilxalan
şîngîna bazinan
û vebrûsandina berbiskên zîvî
siwarê çaverêbûnê
ji ser pişta hespê melûliyê peya bikin.
Dem tal pêl dide
tenê..
silavekê rê ke
bila…
      xunav şêrîn biherike.
Xewnên min
di bedewiya te de
li xwe digerin
were…
bila robarên evînê
li ser lêvên me bimiçiqin
êdî bes e..
           bila piyal nedegirîn.
Dilrevînê…!
Her ku..
bejna te
dibe siwara hespê nêrînên min
hest dibin gurûziyên eşqê              
dil dibe tajana dînokiya evînê        
di reşikên çavên min de,
dem dibe delxeke pêlvejînî
û ez dibim…
wek meyvexwerê meya tiriyê xorizî
û têra xwe
           di qeşengiya te de vediweşwişim.   
Dema porê têrhezar
li ser miltanê şîrkerengî
semaya qurnefîlên çiyayê Şaho  dike
li gor sîmfoniya wê
                            dilê min lêdide.
Eger..
di ekrana çavên min de
fincikên bejna rakêşî
dibin..
dîlana lalezerên rebezên Miksê
rewanê min
bi ayetên evîndariyê serxweş dibe.
Eger..
zoyê henarên kunclî
bişkuvkên zîndankirî  vediciniqînin
di nexşeya baxê sîngê kecîn de
nêrîn dibin…
           şoreşa dînokiya dil.
Her ku…
solavên porê neyloferî
nêrînan kedî dikin

           dil bi baskên şabûnekê difire.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…