Guropa Dêrikê şevbêrkeka şahîgerî girêda

Welatê me
Bi helkeftina duristbûna rewşa tenduristî ya berpirsê Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî mamosta M.Qasim.
Li roja 2-3-2007ê,desteya rêveberiya Guropê bi beşdarbûna endamên Guropê û çend mêvanan şevbêrkeka şahîgerî û dilveker li bajarê Dêrika Hemko sazkir.
Di şevbêrkê de,pêşkêşkerê şevê xêrhatina mêvanan kir û jiyaneka xweş û temenekê dirêj ji mamosta M.Qasim re xwest.pişt re gotinek kurt bi navê Guropê hate pêşkêşkirin û herweha helbestek ku girêdayî bi nexweşiya mamosta ve ji aliyê endamekê Guropê ve hate xwendin.
helbestvan bi hestekê tenik bîr û boçûnên xwe derbarî kesatiya mamosta û hevrikiya wî bi nexweşiyê re derbirî û zelal da xuyakirin.
Dawiyê qalibê Gatoyê ji aliyê mamosta M.Qasim ve hate birrîn û şev geş
ma û ta demekî ne dirêj vekêşa.

 

Têbînî: gotina Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî li xwarê hatiye weşandin


Xûşik û birayên hêja
Mêvanên buhagiran

Bi helkeftina duristbûna rewşa tenduristî ya berpirsê Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî mamosta M.Qasim.
Me rêveberiya Guropê xwest, ku em endamên Guropê bi hev re seredana mamosta M.Qasim bikin û şeveka geş û kêfxweş li gel biborînin.di şevê de careka dî rewşeka saxlem,jiyaneka xweş,jiyekê dirêj û rojin geş ji mamosta re dixwazin.
Bi rastî,me ev civat wek şevbêrkeka şahî û dilveker ji destpêka hatina heyva Avdarê re girêda,ew heyva ku hatiye navkirin bi heyva kurdan,û jîn û jiyana kurdayetiyê pê hatiye naskirin û rengdan.ji ber vê heyvê xweşî û nexweşiyên gelê kurd li herçar parçên kurdistanê di singa xwe de himbêzkirine û ew xweşî û reşî kirine di tûrikekî de û daye pişta xwe.
Lê eger mirov wî tûrî deynê li ber xwe û wan xweşî û reşiyan li pêşiya xwe raxê û wan bi hûrnazî vewejêrê,wan ji hev bigirê û hilkewêşê,mirov tevî wê jî dibînê ku jimara rojên xweş û şadî,hêviyên geş û nimayî, ji rojên reş û şînkêş,hêviyên vemirî û weryayî bêhtirin,û herweha ji wan gurtir,hêztir û zêdetirin.
Belê,me xwest bi vê şevbêrkê,em guleka bêhin xweş di nava gulîstana wan roj û hêviyên xweş û geş de,biçînin,xunaveka nerim di ser rûyên gulên çilmisî de,berdin,bayekê hênik pêre bibarînin,jenên dil di nava pêlên pêşerojeka xweştir û geştir de, bihejînin.ev tev de ji aliykî ve,ji aliyê dî ve,me ev şev wek rêzgirtin ji kar û xebat,ji bizav û çalakiyên mamosta M.Qasim di ber geşkirin û rêxweşkirina rewşa çanda kurdî de dike,girt .ew meydana ku ewî bi bîr û bawerî ji xwe re girtiye û di jiyana xwe de helbijartiye.

Em dizanin,tevî ku ewî gelek alozî û renc kêşandiye di wê rêyê de û gelek asteng dîtine, û pir kelem ketine di derê rêya wî de,lê tucarî dilsar ne bûye û li ber xwe daye  û xweragirtiye,û di bin tu nîr û mercan de,ne xwestiye ku ji vê meydanê dûrbikevê û wê rêyê berdê yan jê havîbibê…ta ku di wê rewşa xwe ya ne saxlem de jî,hevrikî bi nexweşiyê re kir û di danê de berdewam ma,xwest tevlî şîn û şahiyên miletê kurd bibê,xwendevanên xwe ji bîr û boçûnên xwe ,ji nêrîn û ramanên xwe bê par ne hêlê,bi erkê xwe di civakê de rabê,hijêker,dost û hevalên xwe dilniya bikê û ji wan re bêjê:rewşa min ya tendiristî başe,ne cihê metirsînêye û berûbaşiyê ve diçê.

Dawiyê em sipasdarin ji xwedayê mezin ku mamosta ev delîva teng ji wê nexweşiya giran derbaskir û bi navê Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî
careka dî saxlemiyê,rojin geş,jiyaneka xweş û temenekê dirêj ji mamosta re dixwazin, û li benda verêj û berhemên wî yên çak û ciwan dimînin
şeva we bimînê xweş û dilê we her bimînê geş û geş û geş.


Dêrika Hemko 2-3-2007

Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…