Mîr Celadet Bedirxan û Pêşgotina Dîwana Cegerxwîn a yekemîn

Konê Reş

 

Bi helkeftina ku di roja 15.07.2014an de 63 sal di ser koçkirina mîr Celadet Bedrxan re derbas dibe, bi min xweş e ku ronahiyê berdim dor pêşgotina wî ji dîwana Cegerxwîn a yekemîn re. Wek ku diyar e, gelek navdarên kurd pêşgotin ji dîwanên seydayê Cegerxwîn re danîne:

Pirîsk û Pêt: Mîr Celadet Bedirxan, Sewra Azadî: Osman Sebrî, Kîme Ez?: Hemîdê Derwêş, Ronak: Kemal Burkay, Zend – Avesta: Qenatê Kurdo, Şefeq: Casimê Celîl, Hêvî: Ordîxanê Celîl, Aşitî: Tîmûrê Xelîl Mûradov.
Belê pêşengê tevan Mîr Celadet Bedirxan e. Wî  dîwana Cegerxwîn a pêşî (Pirîsk û Pêt) di sala 1945an de, di nav weşanên kovara xwe  Hawarê de weşandiye û pêşgotin jêre nivîsandiye. Wî di pêşgotina xwe de û Cegerxwîn bi Kurdistaniyan daye naskirin. Di baweriya min de Mîr Celadet Bedirxan ji kesên pêşî ye ku li dor Cegerxwîn nivîsandiye û ew bi welatiyên wî daye naskirin.
Vêca bi vê helkeftina 63 salan di ser koçkirina Mîr Celadet re, hêjaye ku ez beşekî ji wê pêşgotina wî ji xwendevanên zimanê kurdî re diyar bikim. Sed mixabin ku ev pêşgotina mîr Celadet Bedirxan ji çapên nû yên vê dîwana Cegerxwîn hatiye avêtin. Çima; ez nizanim?!!
Fermo vî perçeyî ji pêşgotina Mîr Celadet Bixwînin:
(Wextê Cegerxwîn ji welatên soran vegeriya deştê rast bi rast çû gundê Telşeîrê û lê de bi cih bû û di xwendinê de pê da erdê. Xwendina xwe li nik seyda İbedilah qedandibe jî, ji ber ku mele İbedilah di vê navê de çû bû rehmetê, îcaza xwe ji birayê wî, mele Fetilah standiye.
Şêxmûsê sêwî ku bi rê ve bûbû feqî êdî gihîştibû paya seydatiyê. Wî dê seydayê ku piştre di nav kurdan de bi navê Cegerxwîn deng bidaya.
Piştî temamkirina xwendina xwe, Şêxmûs melatiya gundan dikir. Dibû pêşnimêjê gundiyan, mehra wan dibirî, zekata wan dixiste rêzika şerîetê û bi vî awayî dijî. Vê jiyînê jî gelek dom nekir. Cegerxwîn dev jî melatiyê berda û dest bi cot kir. Digel kurmancan du gund avakirin. Navê gundê ku bi xwe tê de rûdinişt kiribû ceheneme. Sayda ji bo cehenemê digot, ma ji xwe ne welê ye; miletê ku ne bi ser xwe ye ma sekana wî ne ceheneme ye.
Cegerxwîn wextê ku dev ji melatiya gundan berda bergehê xwe jî guhert. Cib û şaş avêtin, riha xwe ya dirêj û çarkenar ediland û dawiyê kete qelefata xortên vî zemanî, herwekî sûretê wî şanî dide.
Wextê Cegerxwîn ev inqilabên ha çêdikirin, di nav miletê wî de jî bi destên çend bijartan inqilabine mezin çêdibûn. Welatjorî di şerê biserxwebûnê de şikestibûn. Qehremanê wî şerî, yên ku ji kuştinê xelas bûbûn, xwe da bûn çiyan û bera neyarên xwe didan. Hinên din xwe gihandibûn derveyî welêt, civatin datanîn û ji felata welatê xwe re dixebitîn.
Di Kurdistana İraqê de zarowên kurdan di dibistanan de, bi herfên erebî be jî, bi kurdî dixwendin. Li Bexda, Silêmanî û li Rewandizê kovar û rojnameyine kurdî bi der dihatin. Kurdên Rewanê, xêra teşkîlata welatên Sovyetistanê, bûbûn xwediye elfabêke latînî. Bi vê elfabeyê rojnameyên xwe derdixistin û dersa zarokên xwe di dibistanên xweser de bi vê elfabeyê û bi zimanê wan ê mader digotin.
Di Suriyê de jî elfabeke latînî hatibû belavkirin. Her çend ew elfabe di dibistanan de ne hatibe jî xwendin, pê kitêbine dibistanî derdiketin, kovar û rojname belav dibûn, xort û kalin ji elfabeya nû ji hev hîn dibûn û her tiştên xwe pê dinivîsandin.Sayda jî şûrê xwe ji kalên kişandibû, bela pûl û latên îtiqadên batil û xurafeyan dida, şerê neyarê hundir dikir, li kurmên darê li kurmên ku dar dixwarin digeriya. Ew kurmên ku seydayê Xanî sê sed salî pêş me kirine. Seyda rast bi rast bela xwe dabû mîr û beg û axa û şêxan. Ji lewre ji xwe re dijminine xurt û dijwar peyda dikirin. Carna cih lê teng dibû: Lê seyda, bê perwa, şûrê xwe di ser serê wan de vediweşand û eşkere digote wan, ez dikim bi vî şûrî serê we jêkim. Lê divêt bête gotin ku ji zilamên ku di sefa neyarên wî de dihatine dîtin, peyayine hêja û welatparêz meyildariya wî dikirin û ji tayê wî dibûn. Nemaze, rehmetî Haco axa rast bi rast destê xwe datanî pişta wî, di riya cidal û cihadê de ew dihêvot û jê re digot, teqsîr meke her eyb û kêmasiya me bibêje, lê têkilî dîn û diyanetê mebe.
Tiştên ku me li jor gotî, birekî jînenigariya (tercimey-hal) Cegerxwîn e. Her wekî, ji ber bêgaviyê di vê dîwanê de me her tişt kurt û ketebir kiriye, me jînenigariya seyda jî bi kurtî got.
Me dil hebû em tehlîlekê li ser şihrên Cegerxwîn binivîsin û wesfên şarîtiya wî bêxin ber ronahiyê. Lê ji ber tengiya wext me dev jê jî berda. Heke xwedê ji me re hez kir emê wê tehlîlê di kovarekê de dê belav bikin). Mîr Celadet Bixwînin, Şam, 1945
 
Konê Reş, Qamişlo, 10.07.2014 
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...