Salvegera yekemîn a komkujiya Amûdê, Vexwendin boyî rawestandina li Dortmund-Elmanya

Rêxistinên Europa yên hejmarek ji partiyên kurd û komek ji serbixweyan we vexwendî rawestina yeksaliya komkujiya Amûdê ya tirsnak dikin, ya ku çeteyên Yekîneyên Parastina gel, şaxê Sûrî yê Patiya Karkerên Kurdistanê li dijî xwepêşandanek aştiyane pêk anî bû. Di wê rojê de xwepêşandaneke aştiyane ji boyî azad kirina jimarek ji girtiyên kurd ên di zindanên PYD de li dar ketibû, lê asayişên bi ser Partiya Yekîtiya Demuqratîk (Pyd) ve bi çek û guleyan pêşwaziya wan kir û gule li wan barandin, heşt şehîd ketin, ji wan du zarok û her wiha hejmarek din birîndar bûn.
Rêxistinên Europa yên hejmarek ji partiyên kurd û komek ji serbixweyan we vexwendî rawestina yeksaliya komkujiya Amûdê ya tirsnak dikin, ya ku çeteyên Yekîneyên Parastina gel, şaxê Sûrî yê Patiya Karkerên Kurdistanê li dijî xwepêşandanek aştiyane pêk anî bû. Di wê rojê de xwepêşandaneke aştiyane ji boyî azad kirina jimarek ji girtiyên kurd ên di zindanên PYD de li dar ketibû, lê asayişên bi ser Partiya Yekîtiya Demuqratîk (Pyd) ve bi çek û guleyan pêşwaziya wan kir û gule li wan barandin, heşt şehîd ketin, ji wan du zarok û her wiha hejmarek din birîndar bûn.
 Di dûv re eynî asyişan bajar dorpêş kir, tevgera nav bajêr qedexe kir, û bi girtinên berfireh rabû, gelek çalakvan û siyasetvanên tevgera ciwanên şoreşê hatin girtin, jimara girtiyan giha bû bêtir ji 90 î, her wiha gelek baregehên partiyan hatin dagîr kirin û şewitandin, wisa jî asyişan êrîşî nexweşxaneyan kiribûn, daku birîndar neyên derman kirin û îhaneta karmendan jî kiribûn.
Komkujiya Amûdê di bin sîwana rêbaza gelemperî ya tund û tûj ji aliyê pyd ve pêk hatibû, û kiryarên berdewam ên ku bêtir nêzîkî kiryarên rêjîma Esed bûn pêk hatin, diyar dibe ku ew partî wek wekîlê rêjîmê li herêmên kurdan tevdigere, û destê xwe daniye ser gelê kurd daku wî ji şoreşa wî ya niştimanî dûr bixîne, şoreşa azadî û comerdiya hemû sûriyan, ji bo ku hemû tevgera şoreşgerî, siyasî, civakî û çandî têk bibe, ji bo ku kurdên Sûriyeyê di selika partiya dayika xwe Partiya Karkerên Kurdistanê de bihejîne, û daku gelê kurd li dûrî erkên wî yên bingehîn ji pêkhatiyên gelê Sûrî bixîne.
Komkujiya Amûdê qonaxeke tirsnak e di dîroka gelê kurd ê Rojavayê Kurdistanê de bi taybetî û yê Kurdistanê bi giştî de, çimkî yekemîn car e ku aliyekî kurdî xwe wek hêzeke leşkerî ku qaşo berevaniyê di ber pirsa kurd de dike û wî diparêze bi komkujiyeke wiha di derheqê komek ji ciwanên kurd de radibe, ew ciwanên ku li dijî zulm û zordariya rêjîma Esedê diktator daketin kolanan û doza rûxandina rêjîmê û Sûriyeke demuqrat kiribûn, Sûriyeke ku hemû alî têde wek hev bijîn, doza dewletek bê sitemkarî û kurd têde bighên hemû mafên xwe yên rewa kiribûn.
Di wexta ku em şehîdên xwe yên komkujiya Amûda leheng ên ku ala azadiya gelê me bilind kiribûn, li bîra xwe tînin, bi tundî komkujiyê şermezar dikin, û hemû siyaset û kiryarên tund û tûjiya destelata nerewa li ser herêmên kurdan a ku xizmeta gelê me û siberoja neteweya wî nake şermezar dikin. Em wan ji encamên tirsnak agahdar dikin, her wiha em doza damezirandina komîtekê ji dadmendên kurd dikin daku komkujiyê bişopîne û sûcdaran radestî dadmendiyê bike, daku cezayê kirina xwe ya kirêt bistînin. Ji ber ku texmîna me ew e ku gelê me dikare bi şoreşek din, bi bêhneke kurdî rabe, di wexta ku em hemû hewcedarî yekkirina rêza kurdî ne, ne ku kurd û kurd li dijî hev derkevin.
Em revenda Sûrî bi giştî û ya kurdî bi taybetî vexwendî çalakiya li dijderketina komkujiya Amûdê li bajarê Dortmund a Elmanî dikin, li ser evê navnîşanê :
Reinoldikirche-Friedhof
44135 – Dormund
Têl: 0049-17667860932
Roja şemiya 28/06/2014an, katjimêr: 14.00
Daku em hemû xwedî li şoreşa Sûrî derkevin, û komkujiya Amûdê şermezar bikin, û şehîdên xwe yên leheng li Amûdê, Efrîn û Kobaniyê li bîra xwe bînin, û şehîdên xwe mîna Mişel Temo, Nesredîn Berhik, Ciwan Gutna, Mehmûd Walî, Şêrzad Wanlî û yên din ku dîroka rûmetê nivîsandin li bîra xwe bînin, li çalakiyê amade bibin û bêdeng li dijî komkujî û kiryarên şaş nemînin.
Silav û dilovanî boyî giyanê hemû şehîdên ku bi mêrantiya xwe ya bê hempa dîroka rûmetê nivîsandin.
Rêxistinê Europa yên:
Partiya Demuqrata Kurdistanê-Sûriya
Partiya Yekîtî kurdî li sûrî
Partiya Demuqrata kurd li Sûrî-El-Partî
Şepêla Pêşeroja kurd li Sûrî
Hejmarek ji xelkên azad û serbixwe.
……

Europa, 16/06/2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…