SERHILDANA AVDARÊ Û BÎRANÎNA SÊYEMÎN

sernivîsa deng -79 –

   Di çarçewa guhertinên ku di cîhanê de çêbûn û hîn jî çê dibin, bi taybetî piştî bûyerên 11 Êlûnê yên ku ji aliyê rêxistina El-qa””””””””îda ya terorist de ku li Emerêka (USA) çêbûn, rêbazeke nû ji sîstem û siyaseta cîhanê re hate wênekirin, ango ew bûyer bûn destpêkek ji wergerandina guhertin û sîstema cîhanî ya nû re
her weha bûn – bûyer – sedema destpêka şer û dijayetiya rêxistin û rêjîmên terorîst û sitemkar di cîhanê de, wek hilkirin rêjîmên Afxanistan û Îraqê, û azadkirina milletê wan welatan.
   Piştî wan guhertinên ku di cîhanê de çêbûn bi gelemperî û hilkirina rêjîma diktator li Îraqê û azadbûna başûrê kurdistanê – Kurdista Îraqê – bi taybetî, û berdewamî û teqezekirina rêjîma Sûriyê di şopandina rêbaza xwe ya şofen de, bê guman van karanînên han bandora xwe li gelê kurd li Kurdistana Sûriyê jî kir, û ji ber zor û sitema ku di derheqê gelê kurd de – ji dehê salan de – bi kar tê, êdî derûna gelê kurd bibû wek volqaneke ne teqyayî ji ber zilm û zora rêjîmê, ta ku derfet û nîr û boneyek çêbû ku tê de nerazîbûna xwe eşkerekir, dîsa rêjîmê hîşt ku volqan biteqe û di 12 avdarê de serhildana avdarê destpêbike û li seranserî Kurdistanê gelê kurd ji rêjîma Sûriyê re bêje na.
   Bi serhildana avdarê re doza milletê kurd li kurdistana sûriyê kete qonaxeke nû û cuda, û guhertina di şêweyên xebata milletê kurd de – ji wir de destpêkir, û vîna gelêrî ya kurd rêbazeke nû derxist holê, rêbaza xwepêşdan û çalakiyên aştiyane, û di xwepêşdana dîrokî ya ku di 5-6-2005 an de hate meşandin û meş û xwepêşdanên ku li paytexta Sûriyê tên li darxistin, ev yeka hate  çespandin û teqezekirin, û rêbaza tav û birûskên avdara sal 2004ê hîn berdewame, ta ku milletê kurd bighe mafên xwe yên netewî û mirovane.
   Ango bi xwîna 34 pakrewanan karwanê guhertinê li kurdistana Sûriyê destpêkir, û derbirîna milletê kurd di wan rojên pîroz de nameyeke xurt û bi hêz bû ji rêjîmê û hemî kesên ku dixwazin milletê kurd tunne bikin û mafên wî binpê bikin, lê mixabin rêjîma sûriyê tu sûd ji wateyên serhildanê wernegirtin û hîn di rêç û rêbaza xwe ya şofen de didûme û mafên milletê kurd binpê dike û dizwaze heyîna wî ya li ser xaka wî ya dîrokî tunne bike.
   Rojnameya DENG bi boneya sêyemîn salvegera serhildana avdara 2004ê li kurdistana sûriyê bejna xwe ji giyanê pakrewanên serhildanê re titewîne, her weha bawermende ku tim nirxê wan findan û hemî kesên ku birîndar bûn û ziyanî gihişte mal û berjewendiyên wan bilindtir bike, û dê rêbaza ne razîbûna bi zilm û zorê tim bi şopîne, ta venasîna destûrî bi heyîn û mafên wî yên netewî.


    DENG
……………………………………

DENG  Hijmar: (79 ) – Meh: Sibat – Sal: 2007 z , 2618 k
Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê
Naveroka Hijmarê:

1- Lewend Hisên: SERHILDAN Û MIJAYIYA HELWESTÊN TEVGERÊ
2- Muhsin Seyda: hevpeyvînek li gel Ebdullah Memet Varlî
3- Şahînê Bekirê Soreklî: SIBEROJA ZAROKAN
4- Pirsa DENG: ji Jan Dost
5- Pîr Rustem: BI KURMANCIYA PÎR
6-Besam Mistefa: JI MIHABAD TA BI MIHABAD: XEWNA KURDIYA ŞÊRÎN!
7- Se””””””””îd Dêreşî: PÊŞGOTINA DÎWANA FEQYÊ TEYRA
8- Dilê Amûdê: KURTEPISTEK DI GUHÊBERPIRSYARÊ KONEVAN DE
9- DENG:Ismî””””””””îl *****a bo Qamişlo distirênê û Canê … stiranek bo Efrînê
10- DENG: PÎROZBAHIYÊN AVDARÊ
11- Salih Cefer: WE ZANIBÛ
12- Arşek Baravî: Amûdê
13- Zagros: SERDEM Û TEVGERA KURDÎ
14- Mislim Mihemed: SERHILDANA AVDARÊ, SEMBOLA BERXWEDANÊ
15- Imer Kalo: DASTANA MIHEMED HENÎFE
16- Şêrîn Şêxo: ZINDANA TARÎ
17- DENG: Pîroz be romana Jan Dost ya nû (3 gav û 3darek. Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de)
18-  Ronî Elî: ÊVAR BAŞ.
E-mail: rojnameyadeng@yahoo.com   
rojnameyadeng@gmail.com

1- Lewend Hisên: SERHILDAN Û MIJAYIYA HELWESTÊN TEVGERÊ2- Muhsin SeydaEbdullah Memet Varlî3- Şahînê Bekirê Soreklî: SIBEROJA ZAROKAN4- : ji 5- Pîr Rustem: BI KURMANCIYA PÎR6-Besam Mistefa: JI MIHABAD TA BI MIHABAD: XEWNA KURDIYA ŞÊRÎN!7- Se””””””””îd Dêreşî: PÊŞGOTINA DÎWANA FEQYÊ TEYRA8- Dilê Amûdê: KURTEPISTEK DI GUHÊBERPIRSYARÊ KONEVAN DE9- Ismî””””””””îl *****a bo Qamişlo distirênê û Canê … stiranek bo Efrînê10- : PÎROZBAHIYÊN AVDARÊ11- Salih Cefer: WE ZANIBÛ12- Arşek Baravî: Amûdê13- Zagros: SERDEM Û TEVGERA KURDÎ14- Mislim Mihemed: SERHILDANA AVDARÊ, SEMBOLA BERXWEDANÊ15- Imer Kalo: DASTANA MIHEMED HENÎFE16- Şêrîn Şêxo: ZINDANA TARÎ17- : (3 gav û 3darek. Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de)18-  Ronî Elî: ÊVAR BAŞ.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…