Divê doza me ya netewî û ya niştîmanÎ her sernîşan be

Dr. Kamiran Haj Abdo*

Ji zû de ye, em kurd bi gelek babetan têne MIJÛLKIRIN. Bê guman ev yeka ne ji xwe berê ye. Ew ji bo wê yekê ye ku em doza xwe ya sereke, doza xwe ya netewî û kêşêya xwe ya niştîmanî ji bîr bikin û bi tiştine tenişt re mijûl bibin. Bi vî rengî jî barê rêjîma totalîter û xwînrêj dê siviktir bibe, gava 3-4 milyon kurd berê xwe ji doza xwe ya netewî (kurdî-sûrî) û ya niştîmanî (sûrî) bidin yal…
Ev demek e tê gotin: Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAÎŞ) filan herêma kurdî dorpêç dike, bêvan herêma kurdî jî dike armanc…
DAÎŞ kurdan dikuje… YPG herêmên kurdî diparêze… Divê em xwe biparêzin… Divê em tev bibin YPG… Filan hêza kurdistanî xendekan dikole… em tên dorpêçkirin… Divê em wan xendeka bixetimînin… Filankes terorist e, divê bête girtin û bidûrxistin… Em li der sînor mane, nahêlin em vegerin welêt… emê vegerin, bi çi temenî dibe, bila bibe… Filankes hate kuştin, bêvan hate mişextkirin… Zagona partiyan derket… Yasaya hilbijartina derdikeve… û hwd.
Gelo çima em çera doza xwe ya netewî nabin, doza gelê kurd li Sûriyê. Ev doza ku em hemû partî – xwadêgiravî – ji bo wê hatine damezrandin?! Gelo çima em ji zû de nema çera rewşa welatê xwe Sûriyê dibin, çêra şoreşa wê û şerê navxweyî nabin… Çima em çêra awayê çareserkirina kêşeya Sûriyê nabin… Çima em bi wê yekê mijûl nabin, çawa em kari bin welatê xwe Sûriyê ji vê dojehê rizgar bikin û ligel hevparên xwe yên ereb û siryan-aşûrî hewil bidin ku welatekî demokrat – îro berî sibede – ava bikin, ku tê de hemû mirov û pêkhateyên netewî û olî azad û wekhev bin?!
Îro divê ji me kurdan re KURDAYETÎ û SÛRIYA DEMOKRAT di ser hertiştekî din re bin. Gelo ma hebûna partî  û rêxistinên kurd serûber ne JI BONA SÛRIYEKE DEMOKRAT Û BIDESTXISTINA MAFÊN GELÊ KURD LI SÛRIYÊ YE?! Ma mirov dikare – bi çi buhaneyê dibe, bila bibe – sedem û egera hebûna xwe ji bîr bike û wê ji xwe re herdem neke navnîşana xebat û têkoşîna xwe?!
Kurdo, were em bi hev re ji bo doza xwe ya navendî, doza kurdên Kurdistna Sûriyê û doza Sûriyê bi giştî bixebitin…

Bijî KURDAYETÎ berî hertiştekî din… Xebat bona SÛRIYEKE DEMOKRAT, PIRLAYANE Û NENAVEND

* Endamê Serkirdayetiya Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…