Aş ê kevnar

Nizar Yosif

Vê demê
Stiranên me ji ritim di kevin
Bi nalînên zirneyê re
ewrav û ronî di şehitin
Dawtkerî di coşa xuhdanê de vedipekin
Yên mûzîkzan ji hevketinê

di revin
Amûretan di geravê de di hêlin
ji hêz di Kevin
Ronî di nixume
siha amancê bar dike
di rêya kevnar de stêr di rijin
Kinarên vê meydanê dilop dikin
Pîroziya vebiriqandinê hêmin dibe 
di çavên minî hêrsgirtî de
Pelgulên virnî di weşin.

Vê demê
Aşê kevnar em hêrandin 
Nexweşî me dicûn
Birçî bûnê em giriyandin
Birînên xwe yên vekirî
me hilgirtin
Şêvîn me dinivîse
pesteyek nîvişkan
li ser xwenên birîndar
Hîviyên parçe
Nehingên mirinê
Binçav kirina aqarên bijon
Leystikên kêfîn 
Bîranîn in zarokatiyê
Li ber bayên xwe di şewitînin 
Tirsê qurmîçkên rûkên kalan kûr kirin
Ava şêlo kevirên berçeman bê reng hiştin
Balav lewitandin
Deşta me leylanê girtiye
Mirov mişextên biryaran man
Ewr bûn bengî yên ezmanan
Tav rûreş di be ji rojên xwe
Êvarê giriyê sibehê kir
Sibeha parastinê
Ji devên dêwên mirinê.

16.05.14

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...