DAXWAZNAMe

Name (helbest) a helbestvan Mela Ehmedê Namî ji mîrê pênûs û alfabeya kurdî Mîr Celadet Alî Bedir-Xan re.  Di roja derçûna hejmara yekemîn a ”Kovara Hawar” 15.05.1932an bi tîpên latînî, li Şamê.

DAXWAZNAMe

   Min dî ronîkî hilbûbû ji Damas
   Şefeq dabû cizîrê û erdê Qefqas

   Li ber Birca Belek lêpirsiyar bûm
   Mi gotî wan ku pênc herfê Hawar bûn
   Nedî Namî li nav kurdan yekî Mîr
   Ji bo çapa Hawarê çêbikî zîr
   Silavên gewheranî le`ele û dur
   Ji ber kurdên Cizîrê hedye rêkir
   Tû xweş hatî Hawarê ser serê min
   Te sotî can û cergê dijminê min
   Recûkar im Ji mîrê xwe Celadet
   Wetenperwer xwedanê text û dewlet
   Tû roznamakî Kyrdî bo me çêkî
   Serê salê bi herfên nû ve rêkî
   Bese Namî, xeberdana ko pir bê
   Wekî dur bê, ewê he bê qedir bê
               Tilşeîr. 1932
   Ev helbest di Kovara Hawarê de hatibû weşandin. Sal, 1, hej,9, în, 30 êlûnê, sal,1932, Şam.
        Samî Ehmed Namî

Stockholm.2014.05.15

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…