Eger du kesan gotin te: Kumê te ne li seriyê te ye, destên xwe bavêje serê xwe (Gutepistek di guhê P Y D de)

Heyder Omer

Ev sernavê jorîn pendeke kurdî ye, ku zargotin û kelepûra kurdî jê dagirtîne. Pend encama serhata (tecrûbe) gelan û felsefeya wan di tenga gerdûnê û jiyanê re ye.

Yek ji giringtirîn taybetiyên pendê ew e, ku mirov dihurhutîne û ber bi ramanê de têve dide, û raman jî, li gor Eflatûn,  mirovê derûnxweş û yê derûn-nexweş ji hev du vediqetîne, vê lomê jî  dibêje: „Eger em neramin, em dîn in, û eger em nexwazin biramin, em radîkal in, û eger em newêribin biramin, em kole ne“. Mirovê derûnxweş evan her sê rengdêran napejirîne.
Ev penda îro li ber destên me, pêşî, mirov dihrhutîne, da birame,  û her tim li serê xwe siwar nebe, û nebêje ya min rast e. Ger hate hate gotin te, ev nerîn an jî kira te ne rast e, carekê birame, û bide ber nerîn û kirên kesên din, heye tu şaş bî, ew kesên din rast bin, û heye berevajî be. Berhevdan û gengeşeya boçûnan dê wan serast bike.
Eger em bixwazin wateya vê pendê fireh bikin, emê bibînin, ku ew bi xwe banga hevpeyvîn û gengeşe û bihevguhertina nerîna ye, û wek hatiye zanîn, ku ev her sê kirên rewşenbîrî; ango hevpeyvîn û gengeşe û bihevguhertina nerînan, pêgirtina nerînan, û nepejirandina nerinên kesên din napejirîne. Ev her sê kirên rewşenbîrî, ji bo bidestxistina encamên, ku têne xwastin, riya herî rastir e.
Va ye, yê ku kelepûra me, û ev pend jî,  şanî me didin. Eger hemî miletên cîhanê, di dem û nîrên teng û dijwar de hewcedar in, ku vegerin kelepûra xwe,û bi xweziya wergirtina alîkariyê vekolin,  miletê Kurd îro, û di van nîrên, ku Rojava yê Kurdistanê û Sûriyê tê re derbas dibin de, hewcedartir e, ku vegere kelepûra xwe, ya ku dewlemdiya wê baş dizane.
Ne biçûkbûn û mezinbûn mercên hevpeyvîna ne, û ne  hindikbûn û pirbûn, û ne jî lawazî û bihêzbûn, li vê meydanê, tenê zanîn merc e, zanîn jî, wek çawa Kurdan berê gotine „ne ji biçûkbûnê û ne jî ji mezinbûnê ye”.
Her weha, eger aliyekî hevpeyvînê xwe bispêre hêzê, ne encamên dadwer ji ber wê hevpeyvînê derdikevin, û ne jî tebata, ku tê xwastin, cihê xwe digire, bi ser de jî, hêz nikare her dem, daxwazên hêzdaran pêk bîne, wek çawa bahozên hêzdar dikarin darên mezin, ku rehên xwe bi zemînê de berdane, ji kokê de hilkin, lê nikarin tayê geya yê jar  û lawaz ji cih bilivînin.
Rastiyên dîroka kevn û nû jî çespadine, ku duhatuwa kesê û rêjîmên xwe dispêrin hêzê, û nerîn û boçûn û desthilata xwe bi pêkhatên gelê xwe, çi ji hêla civakî de, û çi jî ji hêla polîtîkî de, didin pejirandin, tune ye; kanî Îskenderê, ku di çerxa xwe de, mezinê dunyayê bû? Kanî dewleta Oemaniyan, ya ku erdnîgariya wê ji sînorên Nemsayê de li hêla rojava, heya sînorên Îranê li rojhilat dirêj bû, û desthilata xwe dabû ser  rojhilat û başûrê deryaya Sipî?  Ma nedihat gotin, ku tav (roj) ji ser erdnîgariya Înglîstanê naçe ava? Kanî sînorên wê li kû serê mane? Kanî rêjîma komonîst, ya ku li dirêjahiya 70 salî Rojhilatê Ewropayê bi darê zorê xistibû bin desthilata xwe?!.
Ev nimûneyên hanê hemî, û berjewendiyên gelê Kurd bangê li P Y D dikin, ku bi hêza xwe sermest nebe, û jibîra neke, ku dîroka ku hêzdar dinivizînin, pirêcaran nikare li hember berjewendiyên gelan pêdar bimîne.
 Gelê Kurd, li rojavayê Kurdistanê hîn jî baweriya xwe ne birriye, ku dê dengê hiş, di vê partiya, ku kesek nikarê hêza wê nebîne de, li hember dengê sermestiyê bi serkeve, da guh bide nerînên hêzên polîtîkî kurdî yên din, ku li rojavayê Kurdistanê hene, da hemî vêkra şûnên xwe di vê geştiya, ku ez bawer im P Y D bi xwe jî dizane, ku qulafetên wan partiyên biçûk, ku tev li xweseriya demikratîk bûne, nikarin firehiya vê geştiyê dagrin.
Dawî, dixwazim bibêjim, hêja ye, ku mirov hin caran derdora xwe, li sirûştê bimeyzîne, da jibîra neke, ku wek çawa pir-rengî sirûştê dixemilîne, weha jî pirpûnijî û cudahiya wan jîyanê dixemilîne, û bervedêriya ji bo gelan ne mafê bindestkirina wan dide bervedêran, û nejî mafê qewitandina wan ji mal û welatên wan.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…