Ev Çi Rewş e!

Konê Reş

Di nav kavlên vî heyamî de tu li çi digerî..?! Te jî divê tu li kêleka min daniştî û bi min re destan bilind bikî û bikî hawar û bibêjî: Ev çi rewşe, ev çi heyame?!
   Lê tu nikarî.. Ji ber ku bejna te, ji bejna vê bêdengiya wek mirinê biçûktire.. Ev bêdengiya ku konê xwe di ser cih û demê re vegirtiye..?!

   Gelo! Te divê tu bi tena xwe, vê bêdengiya bi tirs, li serad, bêjing û moxilê xînî?!
Ez bawerim, tu ji vê yekê jî bi çûktirî..! Em tev nikarin bersivên ku di nav axê de veşartîne, vexepêrin.. Vêca bes bike hawar.. Û bes bipirse.. Dest li bejna çiyê nagihêjin hev.
   Zanim te çi divê! Tu li milekî digerî ku serê xwe yê westyayî deyne ser û xwe rehet bikî.. An tu bi hêviye ku sîngek te hembêz bike û tu li ser wê sîngê bê tirs û bi azadî têr bigirî.. Lê girî, çekê qelis û têkçûya ye.. Wiha dibêjin.. Ez bi vê gotina dawî ne bawerim. Dibe ku mirov navê vî girî, vê rewşê an vê heyecanê bike; protestoya ku mirov bi girî dibêje: Na na..

   Raste, ziman dikare bibêje na na, lê ya herî giring ku hê jî em karibin bigirîn û nebin mîna lat û zinarên bê his û deng.. Çendî bedewe, ku mirov karibe bi rondik û hêsran xwe bişo..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Molla Nasan

Ey çîyayê rewşa mala Kurdan!
Ey hêviya biharê bi mafê jiyan
Ey cejna nowrozê bi şahî û zanyarî
Ey strana netewî bi agirê şoreșgerî

Em di lêgerîna aştî û dilsoziyê de hatin rêyê rewşenbûn.
Û li bexçe çanda malbatê ,me canê xwe da serxwebûn
Û bi ava pir zelal û hişyarî ,me…

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…