Di serhildana 12-ê adarê ya Qamişlo de rolek mezin lîstibû. Piştî wûndakirina wî li seranserê Kurdistana Rojava xwepêşandanên gelek mezin hatin kirin.
Şêx Murşîd kurê rehmetiyê Şêx Mahshûq, mirovekî gelek mutewazî, civakî û hevdemî ye, yanî ne wek wan şêxên bi tac û ebe ye. Xortekî li ser xwe, dema dipeyivê ew zane qala çi dike.
Me bihîst kû Şêx Murşîd wek penaber hatîye welatê em lê dijîn, Norweçê û bi taybetî li bajarê em lê dimînin, bo vê munasebetê me pewîst dît kû em herin serdana wî. Bi rêya telefonê em li cenabê wî gerîyan û me li hev kir ku em herin mala wî.
Şêx Murşîd 33 salî ye û li gundê Tilmaruf ê 30 km dûrî Qamisloyê hatiye dinyayê. Bi jin e û 3 zarokên wî hene. Dibistana pêşî 6 sal li gund xwendiye û bi dûre jî 7 sal li Helebê medresa dînî xwendiye. Paşê li Şamê 4 sal li Unîversîteya Underman Îslamîye xwendiye. Magîstra xwe jî li Beyrûdê di beşê fakulteya “ Îmam Al Awzahî –xwendiye, lê hîn têza magîstra xwe bi dawî neanîye û dixwaze têza xwe li ser “îslama nû” bide.
Hundurê mala Şêx rût bû, salon ji sê kursîyan, dîwanek û masak hatibû bicîhkirin. Salon, bi tû tiştekî xwe nedişibiya dîwana bav û kalên wî. Li dîwar wênekî bavê wî yê rehmetî û yên zarokên wî li ser maseya xwendinê daleqandî bûn. Şaşikek sipî li ser masê hatibû bi cîh kirin.
– Şêxê min em dixwazin bi cenabetê were hevpeyvinekê bikin.
– Hun ê le kû neşirbikin?
– Di Netkurdê de.
– Tu manih li cem min tuneye, fermo.
– Şêx tu ji kerema xwe re dikarî ji me re bêjî, ji bo çi tu ji welatê xwe derketî û hatî li Norweçê bi cîh bûyî?
– Piştî kuştina bavê min, min xebata wî ya olî û civakî berdawam kir. Lê berpirsyarên dewlata Sûrîyeyê dev ji me bernedan ji ber ku min ew wek bikujê bavê xwe destnîşankirin. Min hinek kes bi nav kirin û min got ku destê wan kesen di kuştina bavê min de heye. Ji wan yek jê birayê serokê Sûrîyeyê, Mahir Esed: serokê leşkerên taybet e. Yê din Mensûra Mohammad serokê beşê polîsê dizî yê bi navê “Firh Filistîn” e. Ev kes 22 salan li Qamişloyê jiyaye, kurdan û rewşa Kurdistanê baş dizane, niha jî ew bûye berpirsyarê polîsên siyasî yên Sûrîyeyê.
Wan bawer nedikir ku ez ê xebata bavê xwe berdewam bikim. Di despêkê de gotin belki ev rexne ye ku li wan tê kirin û em ê biseknin, lê wan dît ku xebata min bi program e, xwest min rawestînin û devê min bigrin. Lê min pirsa kurdi û lêkolina bavê xwe berdawam kir, ev bi rejimê nexweş bû.
– Xebatên bavê te şehîd Şêx Maşûq çi bûn?
– Xebatên wi yên bingehîn pirsên olî, netewî û mafên mirovan bûn.
– Hûn ê çawa xebata bavê xwe bi domînîn?
– Ez ê ya olî û pirsa kurdî her berdawam bikim. Paş dilovanîya bavê min, min hinek ji xebatên wî yên olî xwest berdewam bikim lê ji aliyê rejima Baas ve pêşiya min hat girtin. Min têkiliyên xwe bi wan kesên kû bavê min bi wan re dida û distend berdewamkir.
– Gelo çima rejimê bavê te kuşt?
– Wek hûn ji dizanin kû rejima sûrî ji rexneyan hez nake û wexta bavê min digot divê em mafên xwe bistînin, ji bona wê xebat dikir û digot ”maf pêwist be ew ê bi zorê bê stendin” rejim ji wan gotinên wî ditirsîya û xwest wî bê deng bike.
– Bawer dikim rejimê dixwest te jî bigire, ji bo ci wan dixwest te bigrin?
– Wek min li jor jî got, wan dixwest ku min û doza min bisekinîn, ew rexne û rastiyê tehemul nakin.
– Ma tu qet li Suriyeyê hatî girtin?
– Ez rojekê hatim girtin û carekê jî hatim îfadekirin, lê wan ez berdam. Qaymaqamê Qamisloyê got şaşiyek bûye, lê min xweş niyeta wan fêm kir kû wan dixwest min bitirsînin ku ez ji doza xwe sar bibim.
Dîtin ku ev fêde neke, wan xwest bi peran û bertîlan cih di nav xwe de bidin min, wexta vê jî fêde nekir, rabûn ez tehdîd kirim, heta bi telefona bavê min ya wî ya destan ji min re (sms) dihatin birêkirin û digotin çi bi serê bavê te hat ê wisa jî bi serê te bê.
– Kê tu tehdîd dikirî?
– Mohammed Habbaş, endameki parlementoya Sûrîyeyê ye û rolek gelek mezin jî ji bo serokê Suriyeyê dilîze. Wî bi xwe telefona min kir û got eger tu rûnenê ’ê te ji bavê te xerabtir’ bikin. Min jî bersiva wî da û got çi ji we bê bikin, min dizanîbû ku ew jî şirikê wan e.
– Tu çawa derketî?
– Min li Erebistana Suûdî di rojnameya Al Hayat ya beşê Suûdî de kar dikir. Berî bavê min bê kuştin jî ez li wir dixebitîm. Divîyabû ku min mudeta pasaporta xwe dirêj kiriba. Ez çûm balyozxaneya Suriyeyê min dawa dirêjkirina mudeta passporta xwe li wan kir. Ji min re gotin pêwist e ku ez herim li Surîyeyê dirêj bikim. Min têkilîyên xwe bi nas û dostên xwe re danîn da ku bipirsin ji bo çi paseporta min dirêj nakin. Wan ji min re got ku emrê girtinê li ser min derketiye û eman ez venegerim Sûriyeyê.
Ji ber tewawbûna mudeta pasportê min divîyabû kû ez ji Suûdiye derkevim. Min pêwist dît kû ez rêkê ji xwe re bibînim. Min têkiliyen xwe bi berpirsyarên Kurdistana azad re danîn, ji bo ez li wir bi cîh û şûn bibim.
Di destpêkê de ez bi hêvî bûm, bi cavekî erênî lê dinerîn, lê wexta çûna min nêzik bû û ez hatibûm Urdunê ji bona derbasî Iraqê bibim zahmetî ji bo min derketin, balyozxaneya Iraqê vîze neda min.
Ji aliye din jî dewlata Suriyê bi rêya serokê xwe Bişar El Esed teslîmkirina min ji melikê Urdunê bi xwe dixwest ku min teslîmî wan bikin. Hukumeta Urdunê xweş dizanibû ku ew min teslîmî Suriyeyê bikin ew ê çi bê serê min. Berpirsyarên Urdunê mudeta 24 seetan dan min ku ez ji welatê wan derkevim. Dinya li ber min teng bûbû. Ez ne amade bûm derkevim, lê tu rê jî li ber min nemabûn. Di 24 seetan de ez ê kijan rîyê ji xwe re bibînim û dawiya heftê bû, balyozxaneyên ewropî hemî girtî bûn. Min hewara xwe avêt komela rêxestina penaberan ya koma gelan (UNHCR). Wan ji Urdunê daxwaza 48 seetan kir û Urdunê çavên xwe jê re girtin.Wan jî têkiliyên xwe bi welatên ku min wek penaber qebûl bikin danîn. Ji van welatê kû ez zû qebûlkirim Norwec bû, ji ber ku wan bavê min nas dikir û bavê min wek mêvan li ser navê konferansa”dialogên dîyanetan” carekê dawetî Norveç hatibû kirin.
– Gelo we çima doza penabertî li Erebistana Suûdiye nekir? Ji we re wek kesekî oldar ne rehet û baştir buya?
– Bi rastî, divîyabû min zû biryara xwe dabûya ka ez ê herim ku. Wexta ez li Suûdîyê bûm tu niyeta min tunebû kû ez ê li welatê xeribiyê bibim penaber.
– Çima rejima Sûrî xwest cenabetê te nuha bigre û ne wexta ku tu li welêt bûyî?
– Rejim pê hesîyabû ku ez ê beşdarî civîneka Parlamentoya Ewrupî bibim, ji bona vê babetê fermana girtina min da.
– Piştgiriyek gelek mezin û berfireh ji aliyê partî û rêxistinên kurdî, ji bo rehmetiyê bavê te hat kirin. Gelo ev ji ber çi bû?
– Ez dibêm ev ji bo xebata bavê min ya olî û netewî bû. Em minetdarê gelê xwe ne.
– Mala Xiznewî ji pirsa kurdî re çi kirine?
– Em malek oldar bûn. Lê tiştê ji destê me bê em ê xebatê di warê sîyasî de û olî de ji bo berjewendîya gele kurd berdewam bikin.
– Hûn wek malek olî çima, roleka îcabî di nav partî û rêxistinên kurdî de nalizin?
– Rehmetiye bavê min tim û tim daxwaza yekitî û hevkarîya partî û rêxistinên kurdî li serokê parti û rêxistinan dikir. Rehmetî di vi warî de baş hewl da, lê mixabin xwiya kir ku gelek zahmet bû. Wek numûne di bûyera 12-ê adarê de bavê min têkiliyên xwe bi berpirsyarên ewrupî yên li Suriyeyê danî, armanca wî ew bû ku danûstendinek di nav partiyên kurdî û dîplomatên ewrupî de bê kirin. Ez bawer im pirsgirêk û zehmetiya herî mezin a şexsî ye û ne a sîyasî ye. Min bi xwe jî hewl da lê ne çû serî.
– Hûn ê pirsa bavê xwe li Ewropayê bi çi rengî berdewam bikin? Yan jî we teslîmî Xudayê xwe kiriye?
– Ne doza bavê min tenê. Min têkiliyên xwe bi Amnesty Internasyonal re danine u 07.02.07 de berpirsiyaretiya wan ji Londone bûn mêvanên min.
– Yani hûn ê doza bavê xwe bi rîya Amnesty li hukûmeta Suriyeyê bikin?
– Belê, ne tenê doza bavê min. Ez ê doza 49 girtiyên xortên kurd, doza xisar û zirara maddi kû li gelê me hatiye kirin bi mehkemeyeka navnetwî bi alikariya amnestî li hukumeta Suriyeyê vekim.
– Di nav malbata we û muridên we de pirsa kurdi bêdeng bû, çima û li gor we sebeb çi bûn?
– Ew dem buhurî. Muridên me yî kurd jî ew ê bi doza kurdî re bin.
-Tu bawer dikî ku ê Kurdistanek azad çêbibe?
– Belê ez bahwer im madem em hene û em dijîn, ê çebibe!
– Banga we ji kurdên ewrûpare çiye?
– Divê kurd jibîrnekin kû çima ew li Ewrupayê ne û jibîr nekin ji bo çi hatine Ewrûpayê.
Pêwiste ku zarokên xwe fêri zimanê kurdî bikin.
Divê ku kurd piştgirtiya tekoşîna gelê xwe bi xwirtî bikin
Divê em têkevin nav partiyên siyasî yên welate em lê dijîn.
Nexweşîyên xwe ên siyasî neynin Ewrupayê.
Birakujiyê ji nav xwe rakin
Divê kû her yek ji me bibe sefirê gelê xwe.
****
– Şêxê min, bi îcaza te ez dixwazim hin pirsên civakî yên însanî û pişt re jî yên şexsî bikim. Li welatên Ewrûpayê pirsa zewicandina law û keçan a bi zorê bi çavekî krîmînel, xerab û zorane tê zanîn. Ewropî naxwazin ev pêkhatin li welatên wan rû bidin. Di vê derheqê de hûn çawa difikirin, ma gelo dinê îslamê rê dide tiştên wisa?
– Di dînê îslamê de, tiştekî wisa tuneye. Lê di nav civakên ola îslamî de bi piranî ev yek ji xwe re kirine wek urf û adet.
Yani çawa mêr xwedî maf be, wisa jî jin xwedî maf e. Heqê jinê heye xwe ji mêrê xwe berde.
Mixabin di nav muslumanan de gelek tiştên wisa xerab hene. Ez di Sala 1990-ê de li Şamê beşdarî konferanseka olî bûbûm. Di wê konferansê de boksorê bi nav û deng Muhammad Ali Clay jî beşdar bû. Wî di gotara xwe de wiha got ” Elhemdûlillah ez bûm musulman beri kû ez musulmanan nasbikim”
Ev gotin bi xwe dide xuyakirin ku gelek pirsên civata muslumanan hene. Divê ku meriv pirsgirêkên xwe li pirsgirêkan zêde neke, pêwist e meriv ji qanûn û civakên wan re hurmet bike. Heta ji meriv bêt divê meriv bibe wek pirekê di navbera dîn, kultur, urf, û adetên cudade de.
Wek numûne ez bi evinî bi jina xwe re zewicim.
– Te bêriya zarokê xwe kirine?
– Belê zehf!
– Bêrîya dayîka wan?
– Belê û ne kêmi ya zarokan û belkî bêtir jî.
– Tu dixwazî ji herkesê ku tên Ewrupayê bibêjî pêwist e ku xwe entegreyî civata ewrupî bikin?
– Belê, gunehkarîya herî mezin ew e, ew kesê rîya pêşketinê li pêşiya zarok û jinên xwe digrin.
– Hûn wek zarokên şêxan, jîyanek çawa ji bo xwe û zarokên xwe li Ewrûpayê difikirin?
– Divê em jiyan û xebata xwe li gor mercên jiyana ewrûpî bikin.
– Qesda we ku meriv xwe entegre bike?
– Belê, lê ne asimîle.
– Erê, ji xwe tu Şêx î, ji bo çi ewqes xwendin?
– Ez dijî wê fikrê me ku zarokên şêxan jî Şêx in, yanî ew fikrek xelet e û hinek dixwazin jîyana xwe yî şexsî wilo berdewam bikin.
– Tû li vir diçî camîyê?
– Erê carna, lê camiyek li gor min tuneye. Ji ber ku camiyên li vir li gorî qewmiyan hatine cudakirin.
– Te Qur`ana xwe bi xwe re anibû?
– Na, min li vir bidestxist.
– Tu bi cube û eba xwe derdikevî derve?
– Ez bi cube dernakevim ji bo xelk bi çavekî xerîb li min nenêrin, ez naxwazim ev yeka bibe balkêşiyek xerab. Lê wexta pêwistî hebe ez ê carna li xwe bikim
– Şexê min, dema mirîdên malbata we dihatin tewafa bav û kalê we, mirîdan heta ji ser xetê zad û tiştên bi qîmet yê ku wan bi xwe qêmîş nedikir kû bixwin û bidin zarokên xwe wek: savar, bastêq, dims û tiştên din li ser milên xwe dikirin bargiraniyek zor didîtin, xwêdanê di nav pişta wan re û … diherikî digotin ku „çiqes bi wan zehmet bê, ewqas xêra wan zede dibe….
Şêx dikene û li me dinere, peyvê ji me digre û berdewam dike „ez bi xwe ne li gel û nikarim wan tiştan qebûl bikim. Bawer bikin eger min ew rêçik berdewam kiribûya, ew çax ez ê ne li vir li cem we bûma û bi vî hawayî me yê hev nedîtibûya.
– Şêxê min ji bona vê hevpevîn û ditinê ez dixwazim bi navê Netkurdê sipasîya te bikim.
– Ez jî we spasdikim û we di karê we de pîroz dikim û pêşketinê ji we re dixwazim.
——