Mîr Mihemed Salih Bedirxan û rojnameya Ummîd û Yekbûn

Konê Reş

Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin. Werin, îro em berê xwe bidin Mîr Mihemed Salih Bedirxan (1915 _ 1874) bavê Rewşen xanim Bedirxan û hin ji bizav û çalakiyên wî di warê rojnamegeriyê de.
Wî jî wek pismamên xwe du rojname weşandine, yek li Qahîre bi navê (Ummîd) û yek li Stenbolê bi navê (Yekbûn):

Ummîd (1900)
Rojnameyek 15 rojî bû, cihê weşandina wê li Qahîra bû, xwedî û berpirsyarê wê Mîr Mihemed Salih Bedirxan bû, hejmara (1) ê di êlûna 1900 î de çap bûye.
Yekbûn (1913)
Rojnameyeke kurdî û tirkî bû, di hefteyê de du caran dihat weşandin; cihê weşandinê Stenbol bû; di sala 1913an de hejmara (1) ê derketiye; xwedî û berpirsyarê wê Mîr Mihemed Salih Bedirxan bû.

Konê Reş, Qamişlo, 21.04.2014
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…