Mîr Sûreya Bedirxan û Rojnameya Kurdistan

 Konê Reş

Dost û hevalên hêja!
Wek ku min sozdaye we, her roj kovarekê an rojnameyeke Bedirxaniyan ji bo we bi helkeftina 116 saliya roja rojnamegeriya Kurdi belav bikim û wiha ta ku em bigihêjin rojnameya dayik (KURDISAN), di 22ê Nîsane de.

Belê werin em îro, berê xwe bidin mîr Sûreya Bedirxan û rojnameya wî (Kurdistan), ewa ku di sala 1917an de li Misrê, bajarê Qahîre bi zimanê kurdî û tirkî weşandiye. Wî jî bi weşandina vê rojnameyê re, daye ser şopa herdu mamên xwe; mîr Miqdad Medehet û Abdurehman Bedirxan.
Hêjaye gotinê, ku mîr Sûreya Bedirxan birayê mîr Celadet û mîr Kamîran Bedirxan yê mezin e û rola wî di şanda Şerîf Paşa bo kongreyê (Sîverê), mezin bû û her wiha rola wî mezin bû jî di avakirina komeleya Xoybûnê de li Libnanê sala 1927an..
Kurdistan: Rojnameyeke kurdî û tirkî bû, cihê weşandina wê li Qahîre bû, xwedî û berpirsyarê wê Mîr Sûreya Bedirxan (1938-1883), an Ehmed Sûreya Amîn Alî Bedirxan bû. Mîr Sûreya Bedirxan di sala 1938an de li Parîsê çûye ber dilovaniya Xwedê.

Konê Reş, Qamişlo, 19.04.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…