Mîr Celadet Bedirxan û Kovara Hawarê

  Konê Reş
 

Mîr Celadet Ali Bedirxan:1893 – 1951, hêviyên bav û bapîrê xwe li erdê nehiştin, bi xwe re hilgirtin û hilanîn û di ber wan de xebitî ta roja dawîn ji temenê xwe. Wî jî di roja 15.5.1932an de hejmara pêşî ji kovara xwe (Hawar)ê bi tîpên latînî, li Şamê çap kir û di nav Kurd û biyanyan de belavkir.. Bi Hawara xwe, qêrîn û gaziya bav û bapîrê xwe gîhand Kurdan û got:
 (Heçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin.
Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî.
Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bi hesibîne, divêt ko bi kêrî wî bê..).
Mîr Celader Alî Bedirxan, Kovara Hawar, jimar: 40/1942.
HAWAR, kovareke panizdeh rojî bû, di warê ziman, ferheng û rewşenbîriya Kurdî a têvel de şoreşeke nû bû û dûrî siyasetê bû.
     Wek ku hûn tev dizanin xwedî û berpirsiyarê kovara HAWARê Mîr Celadet Bedirxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Çapxana Tereqî 1932 Şam/ Taxa Kurdan.
    Hawar bi du zimanan dihat weşandin; Kurdî û Fransî. Rûpelên kovarê bi tevayî dor 20 rûpelan bûn. Beşê fransî 2-4 rûpel bûn. Beşê Kurdî ji hejmara (1-23)an bi du alfabeyan dihat nivîsandin; Erebî û Latînî. Lê ji hejmara (24)an û pê de, bi tenê bi alfabeya latînî hat nivîsandin. Dema ku mîr Celadet Bedirxan hejmara pêşîn ji Hawarê belav kir, hingê wî alfabeya xwe bi zimanê erebî, tirkî, faris, û fransî  diyar û eşkere kir. Bi derketina kovara Hawarê re, welatparêzên Kurdan xwe li dor dane hev, nemaze ewên ku ji ber zilm û zora Tirko reviyabûn Binxetê. Hingê piraniya wan li Şamê, di bin rûniştina zorê de, bi cî û war bibûn. Bi girsbûn ji axa, beg, şêx û rewşenbîrên Kurdan bûn. Tevan xwe li mala mîr digirtin û rûpelên kovara wî bi berhemên xwe dixemilandin. Gelekan ji wan hîç xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî nekiribûn.
Hinek jî hebûn qet neçûbûn dibisatanan, ew di rêka kovara Hawarê de hînî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî latînî bûn.. Di destpêkê de, bi tenê Mîr Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran bi nivîsarên xwe, Hawara Kurdan dineqişandin û bi gelek navan.
   Bi tenê Helbestvan Qedrî Can, ji hejmara pêşîn de bi wan re beşdarî kiriye. ango ew nuxuriyê Hawarê ye. Di hejmara duyem de, Osman Sebrî xwe berdaye nav kerwanê nivîskarên Hawarê. Di hejmara sisyan de, Hemîd Ferec ji Kurdistana Başûr Hawar piroz kiriye û Dr. Ahmed Nafiz beg Zaza, wek bijîşkê Hawarê, di quncika bijîşkî de nivîsandiye. Lê ji hejmara çaran û pêde, hawar bi helbest û nivîsên van kesan hatiye xemilandin wek: Cegerxwîn, Mustefa Ehmed Botî, Nûreddîn Zaza, Lawê Findî, Hesen Hişyar, Reşîdê Kurd, Ehmed Namî û Qedrî Cemîl Paşa..Hwd. Hem jî ji Kurdistana Başûr van nivîskarên bi nav û deng di Hawarê de nivîsandine wek: Fayiq Bêkes, Goran, Tewfîq Wehbî, Şakir Fetah, Hevindê Sorî, Abdulxaliq Esîrî, Pêrût, Lawikê Kurd..hwd. Her wiha rûpelên Hawarê ji wan kesên ku nû xwe fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî kiribûn vekirî bû… Belê beşê fransîzî, ji bil ku Mîr Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran, bi gelek navan di vî beşî de dinivîsandin, van Kurdenasên biyanî jî ew beş dixemilandin wek: Pr. G. Michaelian û R. Lescot. 
     Emê vegerin ser kovara (Hawar)ê, ewa ku me got kovareke 15 rojî bû, belê cihê daxê ye ku ev kovar ji ber rewşa aborî û ciyopolotîkî, tev hejmarên wê li ser hev nehatine çapkirin li gor programê xwedîyê wê, û paşê jî hatîye rawestandin.
    57 hejmar ji HAWARê, di navbera sala 1932an û sala 1943an de, hatine weşandin. Ev kovara bedew û spehî, ji ber rewşa abûrî di sê qunaxan re derbas bûye, ta ku hatiye rawestandin.
Temenê Hawarê yê aktiv sê sal e, lê ji ber rewşa abûrî, ya ku Mîr têre derbas dibû, yazdeh salan pêre dirêj kiriye. Hejmara pêşî (1), ji vê kovara bedew di 15ê gulana 1932an de hatiye weşandin, hejmara dawî (57), di 15ê tebaxa 1943an de hatiye weşandin
   Hawar, ji hejmara (1-23), di roja 25 tîrmeha 1933 de, bi dûv hev de hatiye weşandin, hejmara 24an di roja 24ê nîsana 1934an de derketiye, hejmara (27)an di roja 15 nîsana1941ê de hatiye weşandin, ta ku hejmara dawî (57), di roja 15ê tebaxa 1943an de hatiye weşandin û êdî nema Hawarê ronahî ditiye.

Konê Reş, Qamişlo, 18.04.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Îsal, Înîsiyatîfa Helbestî ya “Kathak” li Bangladeşê biryar da ku xelata wêjeyî ya navneteweyî “Kathak” pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş û hinek helbestvanên din bike. Herwiha wan di dayîna xelatê de nivîsandibûn ku “Ji ber beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanê de, ligel çend helbestvanên din yên pir girîng di cîhanê de”….

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…