Rojnameya Newroz

  Konê Reş

Erê.. Wek ku min bi we re soz daye, bi helkeftina 116 saliya roja rojnamegeriya Kurdî ku di 22ê insane deye, ez ê her roj ji bo we rojnameyekê an kovareke kudî, ku di nav me kurdên Binxetê de hatine weşandin, raxînim ber çavan. Îro dora rojnameya Newroz e.

Di baweriya min de ev rojname NEWROZ yekemîn rojnameya kurdî ye ku ji rex rêxistineke kurdên Sûriyê ve bi zimanê kurdî û rêkûpêk hatiye weşandin.
Rojnameya Newroz:
Rojnameya Newroz; Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê- Yekîtî (Elwihde) ye, Rojnameyeke xurû bi Kurdî ye, siyasî û civakî ye. Hejmara pêşîn (1), ji vê rojnameyê di Gulana 1995an de derketiye, hejmara dawîn (104) di nîsana 2012an de derketiye.
Li ser berga hejmara wê wiha hatiye nivêsandin: Xebat ji bo; Zordarî ji ser gelê me yê Kurd li Sûriyê rabe. Azadiya demokrat û rêzgirtina mafê mirovan. Mafên gelê Kurd yên netewî di çarçewa yekîtiya welêt de.
Konê Reş, Qamişlo, 13.04.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…