Partîk ne jimarek

M. Hec Kebe

Bê pesin bêtirîn welatiyên kurd li sûriyê tevî têbînên xwe bi vê zayîna awarte şabûne, lê tabî ji vêyî “PYD” û ên bi berjewndî li dor wan dizîvirin, mijar girînge, bûyera yekbûna  her çar partiyên kurd, ên  ku bi navê partiya dîmqrat hatiya damezrandin li bajarê hewlêrê paytexta hirêma kurdistana îraq.

Bêgûman avakirina  hezar avahiyan di xewn û sawêran de bi carekê ne çetine û neçare, lê bicîhanîna mistek hêvî li rûwê gerdûnê gelekî zore û zehmete,
 lewre pir tişt li benda rêxistina nûne, da  ev partî karibê xwe di gûhê gel û kolanên welêt de bînê çespandin, û bibê nimrak cûda ji şaxên tevgera kurdî li rojava, ne têkeve rêza partîkî zêde ji partiyên kurd, û bi kiryarên xwe rola xwe li meydanan  bistînê ne bi nav û alîgirê xwe xwe bibînê, çimkî sûda nav, şêwe, û dewlmendia partî bi carekê tun ye di vê qonaxê de, lê tenê kar û xebat û têkoşeriya li ser zemînê ewê bihêle ku partiyê nû ciyê xwe di dil û heşê milet da bigre.
 Û divê ji destpêkê de programa kar û xebatên xwe aşkere bikin, û eniyên ku êkê têde werin livandin jî gerek ji niha de diyar bê li ba sivîl û çekdar  û çavdêra, Ji ber ku ev gava yekemîne ji deh salan de, û pir kes li bendê bûn, gavike pîroze di van rojên dijwar de, grînge di vê qonaxa ku mirov têde bi metirsiyên rojane  tê dorpêçkirin, lê ka ev rêxistina wê karibê çi zêde bkê li karên xwe yên berê wek her çar partî? û ma ê çi pêşkêşbikin piştî xûyakirina lewazbûn û qelsiya wan di demên borî de, ji destpêka guhartina sûrîyê de heya vê demê? Gav girînge, Lewra pirs jî bi qasî girîngiya gav û demê  bê dilovanî heşê her kurdekî welatparêz şûjin dikin, tabî ji metirsiyên rojane li ser jiyan, hebûn û mandina  wan wek welatî, da ku vê delava xeternak bi kêmtirîn zirar were derbaskin, û ji bo gel tevî rêxistina xwe amadebin ji bûyerên hîn bi tund û xeraptir re, ji ber mij û morana îro tabî ê me hîn pir cara ber tariyê bajo, çimkî asoyên sûryê hîn reş û qitrane, û rûwê xaknîgara welêt heya vê katê ber şêlûpêliyê ye,  gav pir gerek û girînge, ji ber ku piroblêma dewletê jî bê jimar mezintir  dibe, lewra avzeyên prsan her gav tê dzên, ji ber metirsîn û ne rihetî û bangewaz û vîxan dihêlê  mirov bibêjê:  gelo ma ev partiyê ku ni avabûye ê tenê karê rêzanî bike lê ê baskên leşkerî jî ji xwe re amade bike li rexî karê sîyasî? Û ger di ramanê wan da ye ku hêzeke leşkerî li ser zemînê çêbikin, ma ê çito xudiyên kantona razîbikin û hemî zanin ku “pyd” tu carî rê nadin ku hêzek leşkerî li kêlek wan an li şûna wan çêbibê, û tê xûya kirin li gorî helwestên niha û berê zû lihevketin ê di navbera wan û “ypg”de ê çêbibin, daxê ew biryarek leşkerî bînin standin, û Ma ew kesên bi coşeke mezin xwe berve vê pirojê çûne, rast bi heş û bawer tevlê bûne lê vêca bihna dolar û bercewendiye ew rakêşkirine?  partîkî nû yanê pirojek nûye û nirînek nûye û divê  xêzeka nû li pêşiyê hatibê aşkerekirin, ger armanca wanî sereke xebata wê rêxistinê bê ne tenê şabûneka damzrandinê bê, û ji pêre mîna her partîkî pûç were dîtin û ti tuştekî hêja li yên berê fazle nekê, û ma gava ykem yê çibê ji bo karibin bala raya giştî bikşînin û wan bi gavên xwe yên rasteqînî rakêşkinin?
Bi rastî ezmûna li pêşiya wan bi carekê ne hêsane, ger ku naxwazin bimînin wek partîkî kevnar, çimkê pêşbirî qolayî netê bi destxistin, û pêşengî di vê astê de bê kar û ceva  û mêrantiyê nayê kirin.
Lê vêca di warê welatî de ma ê çi gavê  bavêjin? û helwesta wan yê çi bê ji nakokiyên her demekê ku tê qewimandin, di navbera  leşkerên azad û hêzên parastina gel de li seranserî sûrîyê û li kantona kobanîyê bi tayîbet?
Helbet rê ne seraste û ev zayîna bi êş û hêviyê tê îmadkirin,  di delavkî tng re wê derbasbe û jê tê xwestin ku pir çeperên uve bi piş xwe de, da karibê bighînê  dûziyê, û bi rastî alafa hêviyên ku bi vê bûneyê ve hatne girêdan ewê tim gur bin û zû zû nayê vemrandin, çimkî yek ji omîdên dawiyê ye ji tevgera kurdên sûryê re, û lazime ji destpêkê de komîtên  çavdêriyê  û sizedanê vêre were avakirin, ji bo rê li pêş gendeliyê û perçebûnê were girtin,  lewre Rêxistina nû karekî bi coş û nû jêre dvê, û partîkî nû dive nirînke nû têde pîlanên  paşeroja xwe ji heş û ramanên kesên şaraze û pispor ve htibe danîn,  û çlalakiyên balkêş bînê xûyakirin li ser zemînê, ne di malper û rûpelên entirnêtê de,  û ger ne wanî be ma cûdahîya wan ji yên berê çîye û ê çibe ?      

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…