Rojnameya Hêvî

  Konê Reş

Careke din ji bo 116 saliya roja rojnamegeriya Kurdî, cejna we piroz be. Îro em ê bibin mêvanê rojnameya Hêvî, ewa ku rehmetî Behzad Resûl bi kar û bare wê radibû..
Rojnameya Hêvî (صحيفة هيفي):

Rojnameyek xwendekaranî serbixwe bû. Wiha li ser bega hejmara (1)ê di Tebaxa sala 1993an de hatiye nivîsandin. Ev rojname ji rex ji qutabiyên zanîngeha Şam û Helebê ve, bi zimanên Kurdî û Erebî dihat weşandin. Hejmara dawî (6-7), di yek hejmarê de, sala 1994an hatine çap û belav kirin û paşê hatiye rawestandin.
Rojnameya Hêvî bi vê gotina Barzaniyê nemir dihat xemilandin:
 Li hemî şoreş û serhildanan, xwendekar serê rimê ne.
Û bi wêneyê Ehmedê Xanî û van herdû firdikan ji helbestek wî dihat neqişandin:
Şûrê himeta me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn.
Xwediyê wê Behzad Resul bû, ew di sala 2002 an de çûye ber dilovaniya Xwedê.

Konê Reş

Qamişlo, 12.04.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...