Çar partî dê bibin yek

Idrîs Hiso

Nûçeyek xweşe li ser guh ku hêzin kurdî dest bidin hev û bibin yek , û cê pêşwaziya miletê kurde li her derê . guhan bihîzt , aya wê çav encamên baş liser zemînê bibînin?!

Di rewşa ku Rojavayê Kurdistanê têde derbas dibe , miletê kurd pêwîstî yekitiyê ye dibe ku ji vê yekitya ku niha li Hewlêrê dibe mestir be , pêwîtsî bi yek helwesta kurdan heye li seranserî Kurdistan bi taybet hêzên kurdisatanî , lê heger ev pêngav wê bibe pêngava pêşî di rêka dirêj de , em dibêjin pîroz be .
Hejmara partiyên kurd li Rojavayê kurdistanê li mejî nakunce yekcar, nemaze dema ku em nasbikin ti cudabûn di sîstem û armancên wan de nîne , û hemû partî ji yek kokê ne ew jî partya dayike ku di 1957 hat damezirandin.
Mîra kurd Rewşen Bedirxan dibêje :” yekîtiya kurdan bide min ezê kurdistanek serbixwe bidim te
Ev her çar partî gelek dem û wext derbaskirin û gelek alozî jî daqurtandin heta ku gihan hev li hola Seed Ebdela li Hewlêra paytext, aya heger ev kongir biserket û partiya nû hate afirandin wê çi li rojava bê guhertin ?
Ev pirs tên holê :
-aya wê çi bi Encumana Niştmanî Kurd Sûrya(ENKS) bê , wê ev partî çi role bilîze , û wê rêjeya nûnertiya  wê di ENKS de çibe , wê çi bandorê li Encumana Gelê Rojava bike?
-aya wê baskê Leşgerî li ser zemînê li Rojava ava bike an na ?
-aya wê bibe nimûne ji hin partiyên din re ku ewjî bibin yek (mîna baskên pêşverû)?
Û hin pirsên din ku girêdayî tikilya kurdan bi Hêzên Opozisyonê girêdayî ne
Li Rojavayê kurdistanê layinekî siyasî û bi beşdarbûn hin hêzin din , dinav wande hin ji pêkhatiyên heremê jî hene (Ereb, Kirstyan) hikûmetek demkî ragihandye , beşekî mezin ji kurdan ne beşdarin , gelo bi vê yekitê wê hêzên kurdî çikaribin bikin li ser zemînê?
Di bawerya min de gelê kurd her wisa pêkhatiyên Herêma kurdî li Sûryê pêwîstî berek niştimanî firehin em Karin bêjin pêwîstya me bi Bera Kurdistanî heye , ku karibe di nava xwede hemû hêzên kurdî û hêzên herêmê hembêz bike , wê demê emê karibin bi serkeftî vê qonaxa cengê derbaskin , paşî ku em mafên xwe bidest bixin , êdî ne girînge bê wê kî hikûmetê avabike an wê kî serok be , çimkî wê çaxê miletê rojava dizane dengê xwe bide kê bo bêkhatina hikûmetan.

Berdereş 3-4-2014z  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…