Lazgîn dêrûnî1)parçebûna kurdistanê di navbera çar dewletan de û çawa herçar dewlet rêkeftîne ji bo pirsgirêka kurd kû bi sernekeve di yek parçîde û dijî çi derfeta ku ji kurda re werê derkevin ,û berevajî wê yekê kurd bi xwe ne rêkeftî û alîkarin bi hevre .
2)tu motik û lêvegerên kurdan nîn in ,ne yên olî û ne yên ramyarî go wan bighîne hev û bibe bingeh ji wan re ,ango bibe wek xeteke sor ya kurdewarî kû kesek û yanjî tu alî nikaribin jê derkevin.
3)lawaziya miletê kurd ya abûrî dibe sedemek kû kurd nikarin têkiliyan bi dewletên mezin re çêbikin yên kû biryarên Cîhanî di destên wan dene û bi destên wan biryarên giring tên standin wek Emerîka û Rûsya û Ewrûpa .
4)paşketina gelê kurd di aliyên: xwendin , zanistî ,civakî, û ev paşketin bandoreke mezin li rewşa siyasî ya kurdan dikin û lawaz dikin .
Ev sedemên min li banî bîranîn ew yên serkene kû nahêlin miletê Kurd wan derfetên jêre tên bi destxîne û qizinc bike .vêce di bawerya min de heger Kurd karibin li van sedeman bipirsin û li ser wan rawestin ji bo wan çareser bikin ,wî çaxî wê karibin derfetan jî qizinc bikin.
10/4/2014
evinwelat240@gmail.com

Şîrove (0)