Kovara Gelawêj

  Konê Reş

Bi helkeftina derbasbûna 116 salan di ser roja rojnamegeria kurdî de ku di rija 22ê nîsana 2014an de destpê dike, bi min xweş e ku her roj ji bo we kovarekê an rojnameyeke a kurdên Sûriyê raxînim ber çavan.. Îro bela mijara me kovara Gelawêj be:
Kovara Gelawêj:

Kovareke çandî û torevanî ye. Ev kovar jî di sala1979 an de, di bin şîretên Osman Sebrî de derketiye. Wek ku diyare ev kovar a Partiya Demokratî Kurdî (Alpartî) ye.
Ji destpêkê ve serkêşên wê, mele Tahir û Mecîdê Haco bûn, vê paşiyê ketiye nav destên gelek kesan de.. Navê wê ji (Gelawêj) a Kurdên Îraqê, ewa ku rehmetî Ibrahîm Ehmed û hevalên xwe di salên 1944 an de diweşandin, hatiye girtin. Hejmara pêşîn di sala 1979 an de derketiye, hejmara dawîn (34) di sala 2007 de derçûye. Ebada wê li ser pelên A4 bû, ango (20×32) bû.
Gelek hejmarên zozo ji vê kovarê hatine weşandin. Ev kovar jî di destpêkê de li ser pelên A4 bi ronyo dihat kişandin, naverok qels û lawaz bû. Ji sala 1990î û vir de wê jî kirasê xwe guhertiye û hejmarên wê yên dawî d çapxaneyê de hatine çap kirin, bi naverok û wêneyên spehî.. Di sala 1997 an de ew jî wek Gulistan tevî kovara (Bihar)ê bûye… Divê bête gotin ku di nîsana 1991ê de kovareke din bi navê (Gelawêj) ji rex rêkxistineke din ve, hatiye weşandin û çend hejmarên bedew jê çap bûne. Di sala 1993 an de ev Gelawêj tevî kovara (Pirs)ê bûye..

Konê Reş, Qamişlo, 08.04.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…