Daxuyaniyek ji Nivîsgeha birêz Selah Bedredîn

Bira û dostên hêja!
Di dema dawî de, malpereke ilktironî dîsa û bê sedem êrîşî me kir û xeber û dijûn di derheqê me de dan! Bi taybetî, ji ber ku xwediyê malperê bi temen û asta xwe, ne ji dûr û ne ji nêzîk ve ne têkildarê pirsên di holê de ye
çi yên girêdayî dîrok û pêşveçûn û bûyerên ku dehê salan ser wan de buhûriye û hindek kesên ku hê zindî ne di wan de beşdarî kirine, û di pirtûk û lêkolînan de, ji aliyê yên ku bi wan re pêwendîdar bûn çi bi xirabî anjî başî, hatine ravekirin û nirxandin.Her weha, ew herdem dikarin ji aliyê xwediyên wan ve bêne guftûgikirin, bi mebesta zelalkirina rastiyan û sûdewergirtina ji ibret û waneyên wan.Dîsa, ew milkê tevgera netewî demoqrat ya kurdî û têkoşerîn wê ne.
Em baş dibînin bidin xuyakirin ku têkiliya me bi dijûn û çewtiyên hatine belavkirin re nîn e , û ji servezêdekirin û rûreşkirina mirovan, kî dibin bila bibin, here dûr in.Her weha, em tekez dikin ku çi kesê rastiyan sexte bike û destdirêjî mafên kesan bike, dê stûbariya xwe hilgire.Di heman demê de, em diyar dikin ku em rêzê li hemû nêrînên avaker ku dibine alîkar di xurtkirina tevger û xebata me de, digirin.Her rexneyeke ku bi armanca jinûveavakirin û serrastkirina tevgerê tê kirin, bi singek fireh hembêz dikin.
Her weha, bi nêzîkbûna salvegera rabûna kurdî ya Avdara 2004an, em diyar dikin ku em dê beşdariya xwe ya erênî derbarê doz û kêşeyên tevgera Kurdî yên siyasî û çandî û hizrî, berdewam bikin, û xwe ji bicihanîna erkên xwe yên niştimanî di riya tevgera opozisyona demoqrat de, nemaze di warê çesipandina mafên milletê me di bername û acendeyên wê de, nadine paş.Tevî ku em bi tekezî dizanin ku-ji ber ezmûna me ya dirêj û nirxandina dirust ji xwezaya rêjîma ewlekarî ya despotîk û serdest li dirêjahiya 40 salan, ku ew dê bêdeng nemîne li hemberî lidij û guherînxwaz û opozisyongerên xwe li hundir û derve, nexasime tevgera kurdî.
Li gor vê yekê, ne ecêb e ko rêjîm hewil bide jehra dubendî û parçebûn û nakokiyan di nav refên gelê me de belav bike, û di riya hindek peyivgehên Kurdî yên taybet de, vê armanca xwe bibe serî.
Em ji hemî bira û dostên xwe re tekez dikin ko dijminê me yê serekî di vê qonaxê de rêjîma ewlekarî ya serdest ya Sûriyê ye.Her weha, çiqasî galegal zêde bibe jî, em ji riya xwe dernakevin.
Di gel rêz û silavan de.

Nivîsgeha birêz Selah Bedredîn
 Di 28/2/2007an de.
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…