Roja Şehîdên Kurdistanê

Konê Reş

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li (30.03.1979) an de, ev roje weke roja Şehîdên Kurdistanê bi nav kiriye.. Piştî hilweşîna rejîma Paşatiyê û wiha her salê di vê rojê de rêz û hurmet ji şehîdên Kurdistanê û pêşengê wan Pêşewa Qazî Mihemed re tê girtin.

Di sibeha (30.03.1947)’an de, Pêşewa Qazî Mihemed, Mihemed Hesenxanê Seyfê Qazî (kurmamê Pêşewa) û Ebulqasim Sedrê Qazî (birayê Pêşewa) piştî hikumdanê li du dadgehên neadilane bi destê gemar û qirêj yê neyarên gelê Kurd li navtara Çar Çira a bajarê Mehabadê, li wî cihê de ku di roja (22.01.1946)’an de Komara Kurdistanê tê de hatibû ragihandin, hatine bidarvekirin..
 û di vê rojê de li ser milê xelkê bi şeref yên Mehabadê ew di goristana Mela Camî de hatin veşartin.
Em Pêşewa Qazî Mihemed, Mihemed, Hesenxanê Seyfê Qazî û Ebulqasim Sedrê Qazî jibîr nakin.. Rehma Xwedê li canê wan bibare.. Serê gelê Kurd sax be..
Wêne: Pêşewa Qazî Mihemed û Ceneral Arcbild Rozfild sis ala 1946an de.
 Qamişlo  30.03.2014

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…