Seydayê Cegerxwîn navê xwe ji dîwana Seydayê Ehmedê Xanî girtiye

Konê Reş

Xwendevanên hêja, dost û hogirên bi rûmet!
Di van salên dirêj de, yên pîkola min di warê rewşenbîriya kurdî de, gelek caran pirsa navê seydayê Cegerxwîn ji min hatiye kirin. Min jî, ji wan re digot; dibe ku seydayê Cegerxwîn navê xwe ji helbestek Melayê Cizîrî girtibe, ewa ku dibêje; Lewra ceger li min bû xwûn…

Lê vê paşiyê, berî çend rojan, dema ku min (Ferhenga Kurdî), a seydayê Cegerxwîn, ku di sala 1962an de li Bexdê hatiye çapkirin xwend, min dît ku wî li dor navê xwe, di rûpelê 312an wiha nivîsandiye: (Cegerxûn; ya Cegerxwîn, navê min e. Nav û dengê min e.
 Di vir de daxwaz ji (Ceger), dil e, ne cerg e. Dilbixwîn, Dilbirîndar.. Lê, ji destê kê bûme Cegerxwîn? Li dîwana min reqem (1) yek temaşe bikin. Tenê dem dikarî bidî zanîn.. ji dîwana Seydayê Xanî ev nav min standiye; Memê Cegerxûn. Bi erebî (Cerîh elqelb), navê xwediyê pirtûkê ye).
Dawî dibêjim; ev ferheng zor giring e ku were guhestin ji bo tîpên latînî, da ku ew xort û keçên me yên ku dûrî reseniya peyvên kurdî ketine, li warê kurdiya xwe a orjînal vegerin.. Nexasim xort û keçên me yên Kurdistana bakur..
Konê Reş, Qamişlo 30.03.2014

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…