Avdarê -1-

Mihemedê Seyid Husên

    Avdarê: min digot qey..! oxira te hilatiye, min bawer nedikir ku tê wilo bizûtî ji rêwingiya xatirxweztinê vegerî, min digot qey..! roj, meh û demsal di helkefta newrozê de bêyî te naçin serî, Qamişlo bûka şaran cîwarê xoşewîst, bi şênewarên xwe yên resen ve, di zengelorka wê de asê maye xweziya girî.
    Avdarê: min digot qey ..! dê ji nav hemerengiya gulzarên te, Kawayê serdemê hevmil bi ronakbîrên kêşenas, dûrbîn û pêşzan re, yekrêziya kurdî ji nav pencên dirindeyên xure rizgar bikî, dê kîna birakujî û perçebûnê, bi hêrsa kurdewariyê şermezar bikî, û dê nifşên nûhatî mêweyên buhara azadiyê, li gelê kurd yê aştîxwaz biparvekî.
 
    Avdarê: min digot qey..! tu şasiwarê peymanê ye, evîndareke peyrewî yekpare ye, tucar civanê xwe naguherî, min digot qey..! ezê di pêvajoya xwe ya bê gav de, di niştewariya xwe ya bê nav de, di pêşwaziya te de xûz bikim serî.
     Avdarê: min digot qey..! mîna baroveya mangirtî, te jî zimanê dayikê armanc kiriye, ne mîna bageroka hêç nasnameya xwe tewş li ser kaxezeke şîlove nîvisandi ye, li ser baskê seravê xewnên xwe li ber paleya têkçûnê kom kiriye.
    Avdarê: min digot qey…! razên te di dilekî bergorkirî de nependîne, di soz û peymanên peligdar de zexeliyê tucar naguhêz zeviyên hemrahên xwe, tew xwe nakî tovê tometê, lêbelê tê lezgîntir bireve ji tan û niçên nefretê.

    Avdarê: min digot qey..! gernejîna te dê bihêle ku helbestê ji tîpên zêrîn kêşesaztir bimeşiqînim, ji porê te yê mîna pêlên ceqceq, di  nav ramusanên herikînê de, di helkefta cejna jinê û avê de hevdû gerden bikin.

    Avdarê: min digot qey..! tu ne şerxwazî, lê hema arezûyên te pir çepla û tundrewîne, yaxud nexurdî ku pêşewatiya xwazgîniyên azadiyê bikî, hay bûme ku hewl didî arîşe û kemendan bişikînî, min digot qey..! tê ji bo min li ber dadgeha gunehkaran bergiriya parêzeran  bikî.

    Avdarê: min digot qey..! tu xweş zanî ku çolax û çeteyên rêbirr, dê xwîna nemirên te dêriz bikin, nema weke berê li keysebaziya korfersendeyan ewle dibî, nemaze ku hebxwe navê te di salê de gurrî dikin, min digot qey..! ajan û sîxur nema dikarin bidizî pilanan digerînin, ku xaweriya navê te yê berz û bala erzan bifiroşin, wisa jî bê metehekî lêhêja te ji dîrokê bikirin.
       
    Avdarê: min digot qey..! tu heyva berya nîsanê, navê te pir evraye xanê, lehenga nêv azarên meha şahî û daxanê, çêja nasnameyê pir şêrîne canê, li şûna sura ba, av û nanê, diruşma han û halanê, mizgîniya baran û gulvedanê, cejna dayikê û komara Mehabadê, mujdeya rojbûyîn û koça Berzaniyê zindarê, cenosayda Helebçeyê, rivîna newrozê û qîrdana raperanê, herweku demdar navnîşana pêşesazî, tekoşîn û serhildanê.

komara Çîk… 21-3-2014
gorican@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…