Gotar

Dost û hevalên hêja! Çax û demê we xêr û xweşî be

Konê Reş

Werin em roja 14 adarê, roja 111 saliya Barzaniyê nemir bikin festîval, mehrecan û kernefal.. Werin em vê rojê bi nêrgizên welatê qedexe bixemilînin.. Alên bi rengê rokê li ser çiya û di kolan û sikakên Kurdistanê biçikînin.. Û bela darên çinarê û beriwan bilind bibin û bibin.. Kew bi azadî di bin siya wan de bixwînin û pezkovî bi serbestî di hêrik û newalan de biçêrin..

Qamişo, 14.03.2014
Barzaniyê nemir, ew mirov bû yê ku;
Bi tena xwe dît û her tişt naskir
Naskir; (Da ku mirov kurdekî dilsoz û resen be,
ew hunerek zor çetîn û dijware)
Bê guman, wî her tişt nas kiribû
Ta ku îro ji me re bûye;
Strana ser zimana û xup-xupa ava çem û cobaran..
Û navê wî bi dengê: Qewalên piristgeha Laliş,
Zengilê Dêr û Kenîşteyan û Melayên Mizgeftan re
Di sînga asmanê Welat, deng vedide û li hev vedigere..
Bazo..!
Tu li kûye niha..! Ez te dibînim..!
Tev milet te dibîne..!
Ey mirovê sebirkêş û bi aram,
Bavê evîn û dilovaniyê, parêzerê welat
Sermelekê pêşmergeyan, Barzaniyê nemir

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…