Daxuyanî

Bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya, em bi dilekî xemgîn û kuldar bîranîna pakrewanên gelê Kurd yên 12-ê Avdarê di bîra xwe de tînin û kirên dijminê gelê xwe rûreş dikin. Di roja 11-03-2014-an de, destin reş û tundraw dirêjî şaredariya bajarê Qamişlo hate kirin.

 Bi vî karê xwe yê terorest neh karkerên sivîl pakrewan ketin. Em bawer in, ev karên weha, tucarî nikarin viyana miletê kurd yê qehreman bişkînin û  wî ji armanc û çareserkirina pirsa wî dûr bixin. Her serkeftin ji tekoşîn û xebata gelê me re ye.
Sersaxî ji malbatên pakrewanan re û aramî ji gelê me yê kurd re dixwazin. Mirin ji hêzên tundraw û sîxuran re.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya
12-03-2014

Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…