Bo Mihemed Şêxo

 Brahîm Mehmûd

Êvare we baş be, êvareke kurdewarî be, bi navê Mihemed Şêxo yê nemir.

Li ser daxwaza kak û heval Behaa Şêxo ku peykerek bi navê Mihemed Şêxo bi kar bê! Bê guman, her mirovek kurd peykerek wî di giyanê xwe de bi cih kiriye her yek bi rengekî, îca dimîne ew bicihkirina yek peyker.

Hatiye gotin ku hemî rê ber bi Roma yê ve diçin, ji ber navdariya wê, hember wê: Hemî rêyên kurdan, li gor rêwîtiyê ber bi hunermendê nemir Mihemed Şêxo diçin.

Ev hunermendê ku gelek perçeyên kurdistanê gihandin hev ne bi hesane ye, ev hunermendê ku ji gelek helbestavnên kurd straye ji kurdistanê ne bi hesane ye, ev hunermendê ku çar dewletan, çar rêcîman ew control dikirin, ew û yên bi wan re, ne bi heasan e ye, ev diyardikin ku hunermedê nemir tevî ku projêyek siyasî pê re tune bû, hate zanîn bi nave wî bê rola hinerî çiqasî mezine. Ewî kurdistanek ber bi çav kiribû.
Weku helbestvan Dr. Bedirxan Sindî bi nav kirî, Mihemed Şêxo xwedî navê xwe bo.
Dema ku her tişt qedexe bû rexê kurdayetiyê de: Nav, pêkanîna kurdî, neeşkerbûna navê stranvanê kurdî, ew dihate nasîn, ew yek ji wan kesên ku li ser tiliyan dihatin jimartin.
Bê guman dibe gelek ji me, ne weke hev bin li ser gelek hunermend in kurd, lê hemî kurd yek in li ser Mihemed Şêxo.
Lê weke hatiye gotin, ku nivîskarê mezin Resol Hemzatof jê hete pirsîn: Dema ku zêr weke axê be wê bihaya wî çiqas be? Bersiv da : Wê weke axê be.
Îca heger em ji hev re xweş bikin, emê ji Mihemed Şêxo dûr bikevin, û dema em ji hev re reş bikin em ê ji hev dûr bikevin, û dema em ji hev re geş bikin emê Mihemed Şêxo ji xwe dûr bikin.
Îro gotina Kurdistan, navên pakrewanên kurd di govendan de li her derê tên bi nav kirin,ev xweşe, lê bêguman , di astengiyê de, ev yeka han dinase.
Raste em hemî ji dayka xwe bûne mirov in kurd, lê ne bi hesane mirov dibe kurd.
Weke bi erebeî:
ما أصعب أن يكون المرء كردياً !
Spas.
Duhok

T: Ev gotin, bi devkî hatiye li panoram Azadî li Duhokê , bo rojbûna hunermendê nemir Mihemed Şêxo, roja 9 avdarê sala 2014, û ez bi hêvîme ku min lê zêde ne kiriye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…