Pênûsa Nû (kurdî) hejmara 22an derket

Hejmara 22an a ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmarek taybet bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket… Di hejmara 22an de, çend germiçank hene, weke:
Gotar, Quincik, Lêkolîn, Dîrok, Wergirandin, Helbest, Hevpeyvîn, Foliklor, Çîrok û Facebook.
Di van germiçanka de, nivîs û berhemên gelek nivîskar û helbestvanan hatine weşandin.

Nivîsara destpêkê: rewşenbîr û helbestvana hêja Boniye Cegerxwin nivîsandiye, bi navûnîşana Pîrozbahiya 8ê avdarê.
  Gotar: Ehmed Xelîl: kurd û Îslama siyasî (Xelek 4) (Wergêr: Mustefa Reşîd) ….. Dr. Mehmûd Ebas: Pêşeroje Zimanê Kurdî …..  Nizar Yosif: Zehmetkêş ê demê –  Mihemed Şêxo….. Beyar Robarî: Çima hin welatên Ereban, Fedêralî dibin û Sûriya NA?.
Quincik: Kurt û Kurmancî:  Hoşeng Broka: „Rastiya dawî“ derew e! 
Lêkolên: Dr. Ehmed Xelîl  Kesayetiya kurdî Lêkolînên civaknasîn (Xelek – 13) Wergêr: Heyder Omer….. Ebdulbaqî Huseynî: Ji erhenga jinên kurd – Keça Kurd (EmînaOmer Mahmûd) Nivîskar û helbestvan….. Ezîz ê Cewo: “AWIREK JI DERVA” Pêva Joyên Rojhilata navîn û pirs girêka kurdî bi çavê zanyarê Rûs – Xelek 2….. Dr. Têmûrê Hesen (Hesenyan): Çend gotin derbarê “Ferhenga şîrovekirina aboriyê“de
Dîrok: Dr.Ehmed Xelîl: Pêşiyên Me Yên Arî – Zagrosî/ Xelek 22 (Mennay û Xeldî) Çavdêriya zimanî: Mustefa Reşîd….. Xorşîd Şûzî: Bîranînên TêkoŞerekî Kurd – Ehmedê Ebdirehman Axa Şûzî – xelek 7…..
Welatê Me: Welatê xwe nas bike “Mêrdîn“
Hevpeyvîn: Hevpeyvîna Pênûsa nû bi dengbêjekî civaka Êzdî, Teterê Eliyê Mamed re!… Hevpeyvîn: Kemal Tolan
Wergirandin: an kurd: Nizar Qebbanî (Sûrî ye): Di riswakirina Seddam Huseyn da Şergeha U’robetê Kenok- girînok bû şergeha kendavê (xelek 3).
Helbest: Xorşîd Şûzî: Gogîn Agir….. Ehmed Mustefa: Welatê Min….. Bêwar Barî Teyfûrî: Cegerê me peritand….. Mhemed  şerîf  birhik: Koçberî….. Mihemed Hesko: Evîn….. Boniye Cegerxwîn: Jinim….. Dildarê Mîdî: Sol û Çarox.
Foliklor: Evîndar (Berhevkar û Nivîskar): LAWIKMAR.. Ji wêjeya herêma Anatoliya Navîn.. Çi hebû, çi tunebû!
Çîrok: Beyar Robarî: Ger tê sozbidî xakê teyê peyxemberekî hûne ! hûne 2
Facebook: 1- Çend pêzanîn li ser Keştiya bi navê “Kurdistan“
2- Wêne ya Celadet Elî ya herî tali yê…
3- Danasîna Filimê Siya Zuha (Trockene Schatten)
4- Tu dizanî ?
——————————————————— 
Sernivîser: Qado Şêrîn   … 
Rêvebirê Nivîsînê  û Derhêner: Xorşêd Şûzî
Desteya birêvebira ‘’Pênûsa Nû’’:  kurdi.penusanu@gmail.com
Jimarên ‘’Pênûsa Nû’’ Tev ji vî Emêlî derxînin: www.penusanu.com  

05.03.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...

Ezîz Xemcivîn

Ceng deriyekî vekirî ye,

hemû ba û bahozên wêranker
li ser pêyan radike,
gur dike,
talan dike,
diherifîne û dipekîne…
Ceng dêwekî mirovxwir e,
ceng kenkuj e,
batoza mirov e,
piçûk û mezinan diçine!
Dijmin dijmin e,
ceng jî dijmin e,
volkana cengê bitemire,
bila mirovînî neterpile!

03.03.2026
Ezîz Xemcivîn

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….