Di roja cîhanî a Jinê de, Jinek Kurd wek nimûne; Perîxana Remî, (Diya Emînê Perîxanê):

Konê Reş

   Diya şêra bû, diya heft birayên ku bi destê tirkan hatin kuştin, diya Emînê Ehmed bû.. Bê guman rola vê jina Kurd di herêma Bişêriyê, Heskîf, Midyad û Xerzan de, ne kêmî rola Xanzade di herêma Soran de bû û ne kêmî rola Hefsexana Neqîb, di herêma Silêmaniyê de bû.. Lê zor û setema tirko ji hêza wê û zarokên wê mezintir bû.. Ew jî bo azadiya herêma xwe ket zindana Diyarbekir de.. Zarokên wê bi serê çiya ketin.. Di Şîpê Rema de serê Samî beg û Ziya beg jêkirin û ji diya xwe Perîxanê re şandin.. ta ku kurên wê yek bi dûv yekî de, li ber çavên wê, bi destê Tirko hatin kuştin..

Dawî Perîxana Remî, diya Emînê Ehmed, an Emînê Perîxanê, keça Elî Begê Eskîfî, ji mîrekên Eskîfê, ku malbata wê bi koka xwe li malbata Selaheddînê Eyûbî vedigere, di sala 1943 an de, li gundê Zaxora xatir ji dinyê xwest û di bin siya çend daran de hat veşartin.. Her sibeh çûk û çivîk li ser kêla ber serê wê datînin û strana Hawer delal, Hawer delal dibêjin.. Wêne: Gora Perîxana Remî ye.

Konê Reş

Qamişlo,07.03.2014

Nîşe:
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Şîlan

kirasê xeyal û hestên germ

li bejna helbesta qefilî

dipêçim

rayên êşa dilê xeşîm

li nav parsûyên sînga qelişî

gurpegurp in

ji laşê temenê sefîl

xwîna birînên kewnegirtî

diniqute

dîwarê hêviya pêşerojê

hilweşiya

roj li hingura êvarê

<p style="text-align:...

Ebdilmecît Şêxo

Ji stêrên çavên

Hêva min

Ji kenînên stêrkên

Amedê

Mehabad

Duhokê û

Efrînê

Ez wêneya şêrekî pîdar

Bi tiliyên Xwedayê Evînê

Di nav herdu pîsîrên te de

Nîgar dikim

Dilê min bi dil re

Çavên min bi…

Em hemû nivîskaran agahdar dikin ku ew dikarin nivîsên xwe yên bi zimanê Erebî û Kurdî bişînin da ku di jimara duyem a Kovara “Soryaz” de werin weşandin.

Ev beş hene: (Dosyaya Jimarê, Lêkolîn, Nirxandin û Xwendina Pirtûkan, Wergerandin, Mijarên Jinê, Dîrok, Sînema, Şano, Muzîk, Folklor, Ragihandin, Gotar , Çîrok, Helbest, Raporên…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…