Çima Amûdê

DIJWAR TEWFÎQ-AMÛDÊ

Wek hatiye zanîn di dîroka bajarê Amûdê de ku bajarekî kurdistaniye keleha berxwedanê , bajarê xebatkar û tekoşeraye , bajarê çand û zanînê ye, her dem xelkên wî bajarî berevanî di ber de kiriye,   
Di sala 1937an dema hêzên leşkerên Firensî êrîş anîn ser bajarê Amûdê , û hat topbarankirin lê xelkên amûdê kar û xebat di ber de kirine,

Û dema ev bajar xwest bi rengekî alîkariya şoreşa Cezayir bike dijî  Firensiya ku giyanê 285 şagirtên dibistana bû qurban ,û her weha alîkarî bi hemû şoreş û raperînên kurdistanê de kiriye,û bajarê amûdê bajarê yekemîne ku dest bi şoreşê kiriye piştî ku çirûska wê ji bajarê Der`aa dest pêkir ,û bajarê yekemîne di dîroka gelan de ku desthilat li ser xwe ye û  pûtê serokê rêjîmê tê hilweşandin  
Lê bi çi sedemê rêveberiya demkî ya (PYD) wê bê ragihandin û amûdê bibe paytexta wê rêveberiyê û navê kurd di peyrew û pirogramê wê de tu ne ye, û komkujiya Amûdê xaleke reşe di dîroka vî bajarî de çêbû di 27/6/2013  ku hêzên (YPG) yên partiya (PYD) êrîş anî bûn ser xwenîşandaneke sivîl , 6 pakrewan jiyana xwe ji dest dan lê Amûda rengîn wê bimîne bajarê Aştiyê ,wekheviyê û azadiyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…