Bermîlên mirinê

M.Hec Kebe

 

 Bi rastî kujer her dem û gav û kat,  ger kîbe an li  kuderê be ew amûrên kuştinê nûjen dike, tiving an top an mûşek an bermîl cewazî di acet û alavên qirkirina mirovatiyê de nîne , çimkî her carê ku çavsor destên xwe bi xûnê dişo, bêtir ew har dibe û berê xwe dide hêla hovîtiyê, û piştre  qirkirin li ba wî dibe  pêdviyek rojane û karekî ku domandina xwe têde dibîne , û ji pêre dezgehên kuştinê jî fere û mezin dike, da karibe bi hemî şêweyan ruyê jiyanê bighore, wek ku di mêjuwê xweyî xûnmijî de pêlan kiriye, û ji ber ku rijîma sûriyê mîna dêwekî bitirse,

lewra herdem çekên wek xwe genî diafrîne, da karibe dojeha serê xwe li hemî qad û meydan an bimeşîne, û çanda mirinê bikê  şîva her danekî li çarçoveyî welêt.
Bermîl an qazan li gorî şirovekirna pesporên çekên  leşkrî. ew çekek navxwiye ye, pêdviyên cengê hêştiye ku hukomta sûriyê dest bi çêkirina wan bike, û li sûriyê  ev çeka hatî bi pêşxistin li gorî  xwastek û ramanên serdarên mirinê, û çêkirina wan jî dest pê bûye piştî ku hêzên nav dewletî hinekî rê li pêşiya rijîmê digirtin û nedhêştin bi hêsanî çek bi hukomta esed gînîn, lê tabî ji bilî dostên rijîmê wek “îran û rusiya”  ewên herdem amadene ku alîkariya sîstema esed bikin bi hemo amûrên wêrankirnê.
lê li gorî agahiyên hatine  weşandin di amûrên ragihandinê de, cara ykemîn bermîl li cîhanê hate bikaranin rusya ev çek derxistiye hole, û di cenga cîhanê ya yekemîn de bikaraniye, û sedema din jî ji grîngiya bermîlan li ba deselata sûriyê ew ku di hêsaniya çêkirin û avêtin  û karbanîna bermîlan bu, ji ber ku bermîl karê pêtir mirovan bikuje û pir waran jî bi xwe re xerabikê, bêyê ku bihayê çêkirina wan  hebe.
 Lê hinek  jî dibêjin ku hêzên ewlekar dest bi vê çekê kirin piştî ku wan zanîn ku sûcdariya bermîlan kême û ne di wê asta ku karibê wijdanê  hêzên nav dewletê  bilivînê, dema ew were beramber kirin bi çekên kîmawî an bi moşekên skodê re, lewra ew di cenga xweyî  li dijî gelê xwe da bermîlan bêtir bikartîne. 
Û ta dema ku herdo şandên rijîmê û opzisyonê li hev rûnştinibûn  û guftogu li ser xalên cinêvê dikirin da ku çareyeke siyasî ji aloziya suriyê ra were dîtin, barandina bermîlan bi ser jiyana kesên sivêl de dihate didomandin, û hîn jî  avêtina bermîlan nehatiye rawstandin piştî bi dawî hatina danostandina gera duyem ji cinêvê.
û wek tê xuyakirn ku wetaya berdewamkirina êrîşên bi  bermîlan, armancên  rijîmê jê ku ya karibê bihêlê gelê sûriyê dev ji şoreşa xwe berdê, piştî xwîn rêtina nêzî sê salane ku li ser zemîna niştiman diherike, û piştevanî û alîkariya leşkerên azad jî were rawistandin, û ya jî  esed û segên xwe duxwazin pêşeroja suriyê bibe welatekî bê milet.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…