Hevpeyîvînek Bi Dilawerê Zengî re Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya… Dosya Taybet (1-2)

-Ez bi şîrê êş û kovanan û li ser dengê lorandina kul û derdan mezin bûm.
– Helbesta pêşî ko min nivîsand bi navê Ey Felek bû.
– Ji serpêhatiya jiyanê, ez hînî nivîsandinê bûme.
– Helbest mêvanekî bê wext e, lê ez jî mazûvanekî baş im.
– Seydayê  Tîrêj navê min kir Dilawer..

– Lê, mexabin hin kesên ko di çirava gola genî de nêçîrê dikin û bi şevê mîna    . beqan qurqurê dikin
Beşê kesayetî.(1)
-Seydayê Dilawer ji xwendevanê NÛDEM ê re xwe bide nasîn?
Piştî şewata Sînema Amûdê bi salekê, ango di sala 1961-ê de, ez li wir hatime dinê. Ez li ser bîna şewata zarokên Amûdê mezin bûm. Du birayên min bi agirê Sînemê şewitîn. Diya min Ferîde li dora deh zarokên bê guneh ji nav devê agirê Sînemê riha kirye. pîrejineke welatparêz û miletperwer bû. Ew welatparêziya wê ji kurdayetiya bavê min dihat. Min xwendina xwe ya sereke û ya navîn li bajarê Amûdê kuta kir. Lê mexabin piştî mirina bavê min û ji ber ûşta rewşa abûrî min xwendina xwe nebir serî. Piştî mirina bavê min barê malê kete ser milê min û xwiya malê ji min hate xwestin. Ji bêçarî min berê xwe da bajarê Şamê. Ji wê demê de, min xwe ji nivîsandin, belavkirin û çapkirina wêjeya Kurdî re vala kiriye.

-Hûn çawe hînî çand û wêje û zimanê kurdî bûn?

Di sala 1977an de, min  dest bi nivîsandina helbestanê kir. Bandûra Şêxê welatparêz û miletperwer (Şêx Sedredînê Bavê Kal-dostê bavê min bû) pir li min hebû, û li ber destê wî pirtir fêrî nivîsandin û xwendina Kurdî bûme, û bi alîkariya wî min helbestvanê gewre Cegerxwînê nemir û Seydayê Tîrêj nas kirin. Helbesta pêşî ko min nivîsand bi navê Ey Felek bû. Ta bi vê rojê jî min nedaye belav kirin. Sedemê ne belavkirina wê helbestê jî ev bû; Ez di rewşeke pir dijwar û xizan re derbas dibûm. Min bi çavekî pir tarî li dunyayê dimeyzan. Lewra min navê helbesta xwe kiribû Ey Felek. Birastî felek li serê min digeriya û ez xortekî 16 şazde salî bûm. Min ji van kaniyan tevan  ava zanîn û perwerdekirina helbest, wêje, dîrok û zimanê kurdî vexwariye. Ji serpêhatiya jiyanê, ez hînî nivîsandinê bûme.

-Bêtir seydayê Dilawer nêzî çiye di nivîsê de?
Helbest  mêvanekî bê wext e, lê ez jî mazûvanekî baş im. Ez pirtir pala xwe didim lêkolînan. Herdû, du baskên firê ne di cîhana wêje, dîrok û zimanê kurdî de.

Berhemên we ên çapkirî çi ne, û wan ji xwendevanan re bi nav bike?-
Berhemên min yên çapkirî ji sala 1985-an de, di bin baskê rewşeke awarte de belav bûne. Li hemberî van dijwariyan jî min li dora 210 pertûkên biraderan li Sûriyê daye çapkirin û belavkirin. Ji wan berheman, ezê berhemên xwe bi nav bikim:
*Dîwana (Pêdarî)-helbest 1985.pêşgotina wê seydayê Tîrêj nivîsandiye. Ew dîwan ji helbestên evînî, nîşan, welatperwerî, xweşxwan, marş, aştî, jîna hov û teban, dîrokî….û bi awayekî kilasîk hatine hûnandin.
*Gramêra ziman-Celadet Bedirxan û Rojê Lîsko-1990. Ev pertûk giramêra mîr Celadet û şagirtê wî yê Firansîz Rojê Lîsko ye. Birastî, ciwantirîn û buhatirîn pirtûka ko li ser zimanê Kurdmancî hatiye afrandin ev pertûk e. Ji ber giringiya vê pertûkê û tunebûna giramêrên zimanê Kurdî di nav destên xortên Kurdan de, me ev pertûk li ser daxwaza Rewşen Bedirxan û bi alîkariya du-sê mamosteyên zimanê Firansîzî  wergerand zimanê Erebî. Ji ber rewşa siyasî ya pir dijwar, ewan mamosteyên dibistanê ne xwestin û naxwazin  navên  xwe, an keda xwe di vî karî de bi nav bikin, û ta bi vê rojê jî nexwestine bînin ziman. Li ser daxwaza wan û ya Rewşenê navê min bi tenê daket ser pertûkê. Lê, mexabin hin kesên ko di çirava gola genî de nêçîrê dikin û bi şevê mîna beqan qurqurê dikin. Ji çavnebarî û dixsokî  ev kar kirin qajika nav deranan û pir bêbextî li min kirin –digel ko me di pêşiya pertûkê de, di  rûpelê sipasiyê de, daye diyar kirin. Lê dîsa jî dev ji zikreşiya xwe bernadine. Birastî, daxwaza me ya pêşîn û dawîn ev bû; ko em vî berhemê hêja di nav gelê xwe de bidin belav kirin. Em ne heyranê navê xwe ne. Li gorî gotina Rewşen xanim;  (Bi vî karê xwe, me sûdeke pir mezin li gelê xwe kir, Bila tu mirovekî setembar bî çêtir e ko tu mirovekî setemkar bî), û nerîna wê di pêşgotina pertûkê de  xweş zelal û xuya ye.
*Ji mesela Kurdistanê-Celadet Bedirxan-wergerandina min e-1990. Ev pertûk li ser tirkirina Kurdan dipeyive. Ew jî hate wergerandin û belav kirin. 
*Dîwana helbestvan Ebdirehmanê Mizûrî(Ji evîna çirayên kevin) wergerandina tîpan-1991. Dema min ev dîwan ji tîpên erebî veguhest tîpên latînî, li Binxetê pireya helbestvanên nûhatî destên xwe avêtibûn helbestên erebî û di bin bandûra çanda erebî de mabûn. Bi belavkirina vê pertûkê û dîwana didiwan (Li xelkî tehlê li min şirînê), di yek salê de, berê xortên nûhatî ji helbesta erebî  baş hate guhertin û destê xwe avêtin hûnandina helbesta Kurdî ya nûjen.
*Mîr Bedirxan: Lutfî, wergerandina: E.S.Goranî. Amadekirin û lêveger: Rewşen Bedirxan. Ev beşek ji pirtûka Lutfî ye, Rewşen Bedirxan ji cem seydayê Goranî ji bajarê Emanê-Urdinê anîbû. Ez û wê em li ser sekinîn û me hin navên malbatê û dîroka wan serrastkir. Me çend pertûkên malbata wê dane çapkirin û belavkirin. Ji wan pertûkan: -Bîranînên min -Salih Bedirxan-. -Name bo Mistefa kemal paşa. -Bîranînên jinekê (perçê didiwan).
*Şerefnameya Menzûm-Cegerxwîn-ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî, û lêveger, ravekirin û serastkirina min bû. Di 1997-an de. Ev destnivîs nehatibû çapkirin û belavkirin. Di riya dostekî re bi navê (Kalemêr=Sedeqe) re, min ev destnivîs peyda kir.
*Bîranînên Celadet Bedirxan- min komkir û wergerand bo zimanê Kurdî. Ev bîranîn di rojnameya Wicdan û Huriyê de –ya ko rojnamevanê Aşûrî Yûsif Melek li Beyrûdê diweşandin- derdiket. Careke din bi herdû zimanan /Kurdî-Erebî/. Çapxana: Emîral. Beyrût-Libnan. Çapa: didiwan. 2010-an hate çapkirin.
*Ez û Agir- Dîwana helbestvan Hizrevan-wergerandina ji tîpên erebî , sala1998. Ev dîwan jî mîna herdû dîwanên E.Mizûrê min veguhestin tîpên latînî û belavkir.
*Bedirxanî di Cezîra Botan de-Malmîsanij-wergerandin: Gulbuhar Bedirxan bi piştgirî û alîkariya min amade bû.1998. Bi rastî ev pertûk pir hêja û giranbuha ye. Gelek reşbelek û wesîqeyên dîrokî tê de peyda dibin. Min jî li dora bîst wesîqe û gelek wêneyên malbata Yezdanşêr û him agahiyên dîrokî yên di dermafê wî û Bedirxan de dane belav kirin.
*Berî heyv hilê -çîrok- wergerandina Tewfîq El-Huseynî ji zimanê kurdî bo zimanê Erebî.Nivîsandina min e- Ji weşanên Mîdiya-Erbîl.2001. Ev pênc çîrokên min in,
*Qedrî can amadekirin û berhevkirina min e.Bi zimanê (Erebî). çapxana Aras, Erbîl=Hewlêr 2001. Bi zimanê (Kurdî). Çapxana komal, Istenbol-2004. Careke din ev pertûk li çapxana Emîral, Beyrît- Libnan. 2005-an de hate çapkirin.
*Bîranînên Osman Sebrî- bi zimanê Erebî-2001. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral. Ev bîranînên xebatkarê nemir Osman Sebrî di riya Kurê wî re Hoşeng gihane destê min.  Hem bi zimanê Kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral.
*Şerrên Sasûnê -Osman Sebrî-.komkirin û amadekirin. Bi zimanê Kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral. Careke din li Istanbol, weşanxaneya Pêrî, 2005- hate çapkirin.
*Dîroka kelepora mîrnişîniya Botan. Ev destnivîs ji hêla Seydayê mezin Ebdureqîb Yûsif gihabû destê min –Xwediyê wê Mele Xelefê Bafî bû.-min veguhestin tîpên Latînî. Bi zimanê Kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral hate çapkirin.
*وثن للعشق dîwanek ji helbestan- wegerandina: Şêx Tewfîqê Huseynî. Weşandina Dar -Kîwan-Şam -2005.
*Muxtarat (Lîqaat we Hîwarat), pirtûka min e, Perçê 1-2. Beyrût-Libnan.Çapxana Emîral. 2009.
*Etyaf El-Madî,  pirtûka min e . Beyrût-Libnan. Çapxana Emîral.2009.
*Bînahî- (Gotar û Lêkolîn, Helbest û Hevpiyivîn), pirtûka min e, Beyrût – Libnan. Çapxaneya Emîral.2010.
*Ji wêjeya dozê. Amadekirin û komkirina min û hevalê min Ehmed Şihab e. Elmanya- Berlîn- 2011. Pirtûkeke pir bi berge û wesîqe ye.
*Osman Sebrî. (Jiyan, Tekoşîn û Berhem), Ya min e. Beyrût-Libnan. Çapxana: Emîral.Sal: 2012. Bi zimanê Kurdî-Erebî.
*Çîroka alaya Kurdî. Qamişlo. 2013. Lêkolîneke pir giring e.

-Têkiliyên we bi Seydayê Tîrêj û Apo Osman û yadê Rewşen Bedirxan re hebûn û xurt bûn jî,  tu dikarî li ser wan têkiliyan biaxivî?

-wek min got, seydayê Tîrêj mamosteyê min bû ji sala 1977-an ta bi roja koçkirina wî. Min jî pê re nemerdî nekir. Tevaya berhemên wî bi destên min hatine çapkirin. Seyda bandûra wî li xortên nûhatî gelek hebû. Têkiliyên me sînorên mamoste û şagirtiyê derbaskiribû. Em bibûn wek heval, dost û birayên hev. Li gorî daxwaza wî ya berî mirinê ko ez bi kar û barê roja koçkirin û veşartina wî rabim. Min jî ev daxwaza wî bi cih anî. Seydayê gewre Osman Sebrî mamosteyê min î ziman û nivîsandina pexşane bû. Ji sala 1983-an ta bi roja koçkirina wî têkiliyên me her berdewam bûn. Mamostakî rastgo, zana, û pir mêr bû. Li ser destê wî ez hînî awayê kar û xebatê bûm. Mîreka Kurd Rewşen Bedirxan di sala 1987-an de min ew naskir û her roja pêncşem û înê ez li mala wê bûm. Min wek lawekî xwe pejirandibû. Li ser wesyeta wê min cendekê wê ji bajarê Banyasê anî bajarê Şamê lirex Mîr Bedirxan û Celadet veşart. Ew danûstendinên ku di navbera min û wê de çê bibûn, min tev di riya gotarekê re dabû belavkirin.

-Rast e ku Seydayê Tîrêj navê te kir Dilawer? 
Belê, Seydayê Tîrêj nav li min kir Dilawer û paşnavê min jî Zengî ye.

Te bi helbestê dest binivîsê kir, hûn çawe helbesta kurdî li rojavayê Kurdistanê dinerxînin?
ji bo helbesta kurdî beşê kevneşop, bi destê hin helbestvanan riya xwe dişopîne lê mexabin bi yekgavî li pêşiya helbestvanên me yên kilasîk nexistine û dîl û giriftarên wan mane. Di nav Kurdên Sûriyê de dest bi nivîsandina helbesta nû bûye. Kelandinek li ser pêmayên mîrê ronakbîran Celadet Bedirxan, Dr.Kamîran Bedirxan, Qedrî Can, Cegerxwîn, E. Namî, Osman Sebrî, Ehmedê şêx Salih û Tîrêj… heye. Hin xortên nûhatî bi şêweyên nûkirî, dixwazin dest bi hûnandina helbesta kurdî ya nû bikin. Di hin helbestan de çirîska hêviyê dibînim. Lê neyê hevotin ku helbesta nûjen cihê xwe li nav me girtiye û bûye mîna helbesta kilasîk, xwedî dibistaneke serbixwe. Tenê tiştê balkêş ev e: Reh û çavkaniyên helbestvaniya van kesan, yan  ji çevkanîya helbestvanên Ereb, an ji helbestvanên biyanî yê ko helbesta nûjen nivîsandine, werdigrin û riya wan dişopîjin. Mexabin, di bin bandûra peyrewî û hevenda vê diyardekê de mane. Hin jî hene bi zimanê biyanî (Erebî, Tirkî, û Farisî…td), diramin û bi kurdî dinvisînin. Helbestên wan bê sûde, bê fesal, bê serûber, xav, kerik û bê hawe ne. Helbestên wan giyanekî bê can, balayekî bê per û bask û sirûdekî bê awaz in. Rast e, merov nikare şîretan li helbestvanan bike. Lê merov wek xwênerekî dikare nerîna xwe  di helbestê de bide. Xwendina helbestê ji mirovekî ta bi mirovekî din ne tenê cuda û tê guhertin. Lê belê, xwediyê (afrandekê) helbestê bixwe, piştî çend xwendinan, tiştin nû jê re xuya dibin. Ev jî ji ber ko (hest) di sînora gotin û şorzaran de nayê bestîn, û ne jî tê hevragirtin. Ji ber ku ziman nikare (hest) di bûyîna wî ya xweberî de jiber bike. Divê têkiliyek giyanî di navbera xwendevan û helbestê (pirsur û pirsurî)yê de hebe. Helbest, ne diyaredeke sekinî û bê liv e. Ne jî dîtaniyeke ekadîmî ye. Liv û guhêzeke hundirî di cîhana peyv û şorzaran de digere, û jiyaneke sermedî ye. Di pêşketin û nûkirina raman, hizir, ziman, huner û civakê de roleke mezin dilîze. Helbest deryake ji evîna bê dorpêç û sînûr e. Bê rawestandin û miçiqandin, dizê û diherike.

Gelo helbestên we bûne stran, û kî ew gotine?
Belê, helbestên min gelek jê bûne stran. Gelek dengbêjan gotinên min gotine. Ji wan dengbêjên ko têne bîra min: Seîd Rêzanî, Elî Şingalî, Ronî can, Xêro Ebas, Seyid-Xan, Şewqî, Şêrzad Efrînî, Behai Şêxo û gelek komên folklorî jî helbestên min di cejna Newrozê de gotine.

Seydayê Dilawer hatiye xelat kirin?-
Belê, min ev xelat wergirtine:
-Di sala1999-an de ji hêla Rojnameya Mîdiya ya ku partiya (YNDK) li başûrê Kurdistanê diweşîne xelatê (Rêzname)ê min wergirt.
-Di sala 2011-an de careke din ji hêla Rojnameya Mîdiya ya ku partiya (YNDK) li başûrê Kurdistanê diweşîne hatim xelat kirin.
-Di sala 2012-an de, ji hêla komela Celadet Bedirxan ya çandeyî li bajarê Qamişlo hatim xelat kirin.
-Di sala 2013-an de, ji hêla komela Şawişka li bajarê Qamişlo hatim xelat kirin.
-Di sala 2013-an de, ji hêla Yekîtiya nivîskarên Hisiça hatim xelatkirin.
-Di sala 2013-an de, ji hêla komela Celadet Bedirxan ya fêrbûna zimanê kurdî li bajarê Dêrka Hemko hatim xelat kirin.

Beşê Taybet…
-Biryar û pêşdestiya damezrandina yekîtiyê ji serê me nivîskaran bû, ne bi destê tu partiyan bû
Di jiyana xwe de ez mirovekî çakbîn im, ne bêwexer im..
-Em dezgeheke rewşenbîrî, sivîl û serbixwe ne.

– Seyda ji me re bi zelalî li ser damezirandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê biaxivî?
– Berî girêdana kongirê damezrandinê di (11-10-2013-an de – Qamişlo), danûstendinek di navbera Hevebenda Nivîskar û Rojnamevanan û di navbera Yekîtiya Nivîskaran de hebû. Lê mexabin ew danûstendin ber nedigirt. Berî çûna kongir bi du-sê mehan, herdû aliyên danûstendinê bi hev re ji min xwestin ku vê projeya yekîtiya nivîskaran li destê xwe bigerînim û bibim serî. Ez wek nivîskarekî bêlayen bi xwîngermî min li xwe girt. Min hemû binema û helûmercê telezgehê da ber çavan û mercê cêbecêkirina ezgeriya rêkeftinê pîva û bi bawerî destpê kir. Piştî çend rûniştinan ji alî min û herdû aliyan -Ji aliyê Yekîtî: Mamoste Mihemed Şêxo, Ibrahîm Xelîl û Ehmed Bavê Alan, ji aliyê Hevebendê: Mamoste Ehmed Heyder, Mehmûd Xelîl û Ferman Bonciq- ve em gihan van encaman: Yekirina herdû rêbazan, avakirina komîtek amadekar ji bo girêdana kongirê damezrandinê û me bangek da ko em tev bi hev re diçin kongirekî yekbûyî. Lê mexabin aliyê Hevebenda 
Nivîskaran bi xwe lihev ketin. Tevlihevî di danûstendinê de di navbera hevalên wan bi xwe yên dervî welêt û yên hundirê welêt de peyda bû. Di dawiya dawî de û piştî pir danûstendinê, Hevebendê ji ber vê projeyê xwe dan alî -di riya weşandina daxuyaniyekê re- û bi taybetî hevalên wan yên dervî welêt nekirin. Me dîsa gelek hewldan kirin û me dixwest em bi hev re herin kongirê damezrandinê. Lê mexabin ew daxwazên min neçûn serî. Tiştê baş ko pireya endamên Hevebenda Nivîskar û Rojnamevanan hatin kongir û li ser serê wan komîta danûstendinê Dr.M.Xelîl û F.Bocix. Kongirê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd bi beşdariya -144- endaman hate girêdan. Pireya nivîskarên herêma Cizîrê beşdar bûn. Kongir bi awayekî baş bi kar û barê xwe rabû. Ez nabêjim tu kêmasiyên wê tunebûn, belê ev cara yekê ye helbet wê kêmasiyên wê hebin, pir şaşî, nakokî û ezezîtî jî derbasbû. Lê bi tevayî kongir di karê xwe de serkeftî bû. Komîta rêvebir ji 15 endaman hate hilbijartin. Mexabin û sed heyf e, ji ber rewşa awarte ya ko welatê me tê de derbas dibe, nivîskarên herêma Efrîn û Kobanê beşdar nebûn. Eger derfeta me lê hat, em ê derbasî herêmên wan bibin û konfirasên wan girêdin.

– Çima Hevebenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd bi we re nehatin kongir?
– Wek min got pireya endamên wan hatin kongir û ser serê wan komîta danûstendinê; Mamoste Ferman Bocix û mamoste Mehmûd Xelîl û pireya hevalên wan endamên Yekîtiya Nivîskarên kurd in. Ew nivîserên di hundirê welêt de dijîn û nehatin kongir pir hindik in. Ez bawer im wê nêzîk ne dûr ew jî bigihên rastiyê û biryara xwe bidin. Me niha dest bi avakirina konfiransên şaxan kir, li herêma Cizîrê şeş-heft şax hatin lidarxistin: Konfiransê şaxê (Dirbêsiyê, Girkê legê, Dêrika Hemko, Hesekê, Amûdê û Qamişlo….). Nivîskarên ko li dervî welêt dimînin, li gorî rêbaza me wê di konfiransê şaxên Ewropa, Emerîka, Başûrê Kurdistan û yê dewletên Erebistanê de beşdar bibin. Bêdiro, navenda Yekîtiya Nivîskaran li hundirê welêt e.

– Çima ewqas şerê vê Yekîtiyê tê kirin, sedem çi ne?
– Em dezgeheke rewşenbîrî, sivîl û serbixwe ne. Em bi zelalî dibêjin: Biryar û pêşdestiya damezrandina yekîtiyê ji serê me nivîskaran bû, ne bi destê tu partiyan bû. Em wek Yekîtiya Nivîskaran daxwaza endametiya xwe ji yek partiyê re pêşkêş nakin. Helwesta me ji hemû partî, rêxistin û herdû encûmenan re ev e ku em bi yek pîvanê têkilî û danûstendinê bi tevan re dikin. Rêzgirtinên me ji tevan re hene. Em xwe tevlî karê wan nakin. Di nakokiyên partîtiyan de em ne alîgirê tu kesî ne. Lê em xwedî dîtin û nerîn in, xwedî gotin in, ramyarî û rêbaza me kurdayetî, ne partîtî ye. Yekîtiya Nivîskaran malê hemû nivîskaran e. Ji her kesî tê xwestin ku xwedî lê derkeve. Diyar e, ev biryara me ya serbixwe bela serê me ye. Em kurd hînî karê serbixwe nebûne. Ji narevîna me kurda ye ko karê konevanî û rewşenbîriyê li hev divarqilînin. Siyaseta hinekan ev e: – Eger Tu ne hevalê (Partiya) min bî, tu dijminê min î- Ji hêlekê din ve pireya nivîskarên me neserbixwe ne, yên serbixwe jî mêldariya hin partiyan dikin û erk û stûbariya xwe-wek nivîskar-  jibîr dikin. Rola pênûsa xwe pûç dikin. Di vê rewşa bedbîn û telezgeh de, hin kesên bedkar, daxbar, têder û têkdanê pir in. Berjewendiya wan di diryana civakê de ye. Miriyên kesatiya xwe ne. Armanca wan xapor û çewsandina karê me ye. Lê qet em guh nadin wan. Barê me giran e. Em ji karê xwe piştrast in. Ez bawer im em ê bi hebûna xwediyên pênûsên rastgo biser bikevin.

– Çima ev yekîtî nebû sêwana hemû nivîskaran?
-Wek min got gelek sedem hene; sedemin konevanî, partîtî, ezezîtî, kesayetî, bêberpirsiyarî û hin nivîskar jî hene ji ber erk û stûbariya xwe ya dîrokî direvin û xwe bêbar dibînin. Hinek ji wan nivîskaran heyranê navê xwe ne, ew beşdarî kongir jî bûn û encamên wê binpêkirin; ji ber ko di hilbijartinan de bi serneketin. Ew nivîskar pingirîn û zîzbûna wan ji ber berjewendiya kesatiya wan bû. Me tawan û raçavkirin. lê qet me bersiva wan neda û em ê nedin. Bertekiya wan bi metoda vîlik, çenebaz û gefînan nadar dikin. Têperbûn û tawana wan bê çemek û sincî ye. Ez dilniya me ji arşîna hin nivîskarên xwedî nihad û rasteqîne ku wê rê li ber çirçirî û zirzexeliyan bibirin. Bêperwa em xwedî hêmin, asûde û aram in. Deriyê Yekîtiyê li ber her kesî vekirî ye. Di vê demê de ji her demê pirtir em hewcedarên hev in. Rasteqîneya karê me dabîna serketina me ye. Di rojên bên de her tişt diyar dibin.

– Tozik yan rêbaza we ya hundirîn derket, li gor tozika derketî hûn dibin serokê vê yekîtiyê?

– Belê, rast e. Min di dengdanê de dengê herî pir (89 deng) di kongir de wergirt.
Wek hûn dizanin li gorî biryara kongirê me komîtek ji bo lêveger û amadekirina rêbazê –Tozikê-  hate sazkirin. Piştî du mehan ji danûstendinê ji aliyê komîtê ve rêbaz bi ser hev de hat û reha bû.  Ji îro û pê de em ê li gorî rêbazê karê xwe bikin. Rêbaza me cihê rêzgirtinê ye û tu kes di ser rêbazê re nîn e. Me dest bikaranîna wê kir. Ji me tevan tê xwestin ku em bi erênî li rêbaza xwe binêrin û rê  li pêşiyê dûz bikin. Ev rêbaz hinkufê daber û cêbecêkirina biryar û rêkeftina Yekîtiya me ye.

-Li gor tozika we ya nû, me bihîst  komîta birêvebir mercên endametiyê ji ser wan çûne?
– Di serî de, endamên komîta birêvebir ji kongirê damezrandinê hatine hilbijartin. Wê endamên birêvebir bin heya kongirê bê. Li gorî rêbaza me, piştî salekê ji girêdana kongirê damezrandinê, kongirê yekê tê girêdan. Hin hene -li gorî rêbazê- mercên endametiyê wernegirin, ne ji mafê wan kesa ye ko di kongirê bê de beşdar bibin. Berbijar li kongir beşdar nabin.

– Hûn bêdeng in, ragihandina we qels û lawaz e, hûn vê demê çi karî dikin û armanca we li pêş çi ye?

– Wek hûn dizanin di dîroka gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê de ev cara yekê ye ko /144/ nivîskarên kurd digihên hev û kongirekî giştî û berfireh dadimezrînin. Ji serî de, me destpê kir, tu tiştekî avakirî tunebû. Tenê çend nivîser li vir, li dera han di bin navin wek (Hevebend, Komele an Yekîtî) hebûn, lê ne bi şêweyekî damezirandî di riya girêdana kongirekî berfireh ko karibin tevaya nivîseran bicivînin. Armanca me ya sereke guhdan û vejandina kultur, ziman, folklor û wêjeya kurdî ye. Di gavên pêşîn de xebat ji bo:
– Yekîtiya kar û xebata ji bo rewşenbîrî û wêjeya kurdî.
– Belavkirina afirandinên nivîskarên kurd û xwedîderketin li berhemên çapnebûyî.
– Arîkariya xebata parastin û pêşvebirina zimanê kurdî.
– Pêkanîna mehrecan û şevbuhêrkên rewşenbîrî.
– Guhdan li berhemên jinan û weşandina afirandinên wan.
– Guhdan li wêjeya mendalan.
– Çêkirina şevberk û raberiyên rewşenbîrî û hunerî.
– Weşandina kovarekê sê-mehî bi du zimanan (Kurdî-Erebî).
– Avakirina malperekê bi navê Yekîtiya Nivîskaran.
– Vejandina karê şanogeriya kurdî.
– Pêşxistina karê ragiyandinê bi awayekî zanistî.
– Avakirina beşên lêkolîn û zanistiyê.
– Amadekirina pertûkên dibistanan ji bo zarokên Kurdan.

– Li gor ku gengeşa li ser vê yekîtiyê çêbûye, hûn dikarin ta çi radeyê berdewam û kar bikin?

Keko! Guhgiran be ji gengeşa nezana (çiqçiqa aşê vala ye), guhdar be li dengvedana karê Yekîtiyê. Mirovê bê tore, nikare toreyê binivisîne. Jiyana bê huner mîna dara bê ber e. tore, çavkaniya xwenaskirinê ye. Ew kes kî ne ?! Çi dixwazin… ?! Ji dêvla kê şerê me dikin?!! Ji bo çi şerê me dikin…?! Armana wan çi ye?!
Berdewamiya kar û xebata me ji ber vê jîweriyê hatiye; miletekî wek miletê kurd bindest û welatê wî di nav pênc dukelan de parvebûyî be û her narevîna wî ne di destê wî de be. Ma gelo rewşa wêje, ziman û dîroka wî wê di çi rewşê de be?! Bêdiro, wê hest, raman, bîr û zimanê wî di nav sînorên çêkirî de parvekirî be.  Lê bandûr û dijwariya sînorên ko axa kurdistanê parve kir be ne dijwartir e ji nivîserên bedkar, bedraman, sîxur, bêbext, bêbar, bê erk û stubar û bêrasteqîne bin. Divê ew mejiyê gemar û bi qijnik tucarî nikaribe bibe bend li pêşiya yekbûna nivîserên kurd.
Em bi hêvî ne, ji hemû xwediyên pênivîsên azad û civatên rewşenbîrî li Rojavayê Kurdistanê, bi bîrûbawerî û viyaneke xurt, bi hêz û bi şikodariya berevaniya pîroz, bi pênivîsên xwe, bi hizr û ramanên xwe, bi berhem û afirandinên xwe pirên  têkilî û danûstendinên biratî di nav hev de ava bikin. Û berjewendiya kesayetiyê nedin pêşiya ya gelemperiyê. Pêwîst e li ser koka zanyariya Zerdeştê pêxember – Gotina xweş, karê baş û ramana paqij- berhem û afirandinan biweşînin.
Em wek Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriyayê bi giyaneke biratî û bi erk û stubariya xwe ya dîrokî ji bo hemû têkilî û danûstendinan amade ne.

– Ji (144) endamên ku li kongirê we amade bûn, hûn dibînin ku çiqas ji wan nivîskar in?
Bi rastî ez bi xwe pireya nivîskarên nûhatî nas nakim. Lê nivîskarên bejinbilind di kongir de hebûn. Ez bawer im di rojên bên de wê ew nivîskarên nûhatî baş cihê xwe bigrin û wê hêviya pêşerojê bin. 

– Seydayê Dilawer, navê te û dîroka te di nivîsê de berz e, hûn poşman nebûne ku hûn bûn endamê vê yekîtiyê?

– Na, di jiyana xwe de ez mirovekî çakbîn im, ne bêwexer im. Min tucarî karek nekiriye û paşiyê lê poşman bûme. Ez gavên xwe bi pîvanê dişopînim. Damezrandina Yekîtiya Nivîserên Kurd pêdiviyeke dîrokî ye. Ji mêj de gerek tiştek weha bûba, pir dereng maye. Derfeteke zêrîn bi dest me ketiye, divê em vê derfetê ji dest xwe bernedin. Ez ji dehê salan de li hêviya Yekbûna nivîserên kurd bûm. Ev Yekîtiya nivîseran ji min re xewn bû, lê îro ew xewn bû rastî. Ez ê bi hemû hêz û hinera xwe wê biparêzim û ta ji min bê ez ê karê wê lipêş bixim. Yekîtiya nivîseran bi şêweyekî dezgehî wê karê xwe bike. Cihê her kesî di vê dezgehê de heye. Ji me tevan tê xwestin em berjewendiya Yekîtiya Nivîsarên Kurd bidin pêş. Û Spas ji we re.

Ev hevpeyîvîn di rojnama NÛDEMê, de Hejmara (15) Hatiye weşandin.

Ehmed Bavê Alan.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…