Kurtetêbîniyek

 Ehmedê Huseynî

Birêzan, berpirsên malpera welateme.net’ê.
Di 22 01 2014ê de, Bi sernavê (Rastiyek ji bo dîrokê. Li ser kongira H.R.K.R.D) nivîseke berbad di malpera we de hatiye weşandin.
Ji derveyî çewtiyên rêziman û rastnivîsînê; ji derveyî çewtiyên vekîtî û xalbendiyê, nivîs tijî derew û agahiyên çext û bêbingeh e.
Ji bo yî serrastkirina derewan û ji boyî em barê dîrokê girantir nekin, fermo li nivîsê vegerin û derewan bihejmêrin:

DEREW: 1. Kongireya 4ê ne ya H.R.K.R.D’e bû lê ya HRRK’e bû.

DEREW: 2. Piştî serîhildana 12ê avdarê, ne bi (3-4) mehan lê di 8-10.10.2004’ê de kongireya yekemîn hate lidarxistin yanî piştî serîhildanê bi (7) mehan.

DEREW: 3. Di Kongireyê de ne (50) kes lê 31 kes amade bûbûn.

DEREW: 4. Li Sandvikena Swêdê, di 23-25’ê nîsana 2004’ê de, 23ê rewşenbîr ji welatên europayê civiyan û (Insiyatîva 12ê Avdarê ya Rewşenbîrên Kurd-Sûrî) damezirandin. Heman kesan biryar dan ku kongireya yekemîn piştî şeş mehan li darbikeve, Kesê ku rastiya derewîn ji bo dîrokê dibêje jî wê çaxê ne amade bû û ne jî haya wî ji kar û barê Insiyatîvê hebû..

Ji kerema xwe re; ji boyî xatirê çavên reş ên dîrokê, hewl bidin van derewan serrast bikin. 

Di gel rêz û silavan
Ehmedê Heuseynî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…