Xelîl kalo
Bi bitelaqê bê fitû û sûnda mêrê berê ,eger mêr hîna li dinya me kurdan mabin ji bilî cewamêrêns qenc…!! ,min nizanî ku kermirov di karin rêvebiriyê bikin û bibin serwer û şîretkarên civaka me û bi teybet di warê siyaset û rewşenbîriyê de. bi şeweyekî rêxistinî di bizav û tevgera siyasî û rewnşenbîriya kurdî de ya serdem, xala herî balkêş ewe, çawa rêveberiya mirovên ku dibêjin em rewşenbîrin dikin.
tiştê ku nayê pejirandin heta roja îro û sosrete bi hemû pîvanan ku niha çawa mirovek ji cûre û sinifê candaran bi hiş û tedbîra xwe li gorî pîvanên siyasî, yan jî nêzîkî suxletên wane, karibin rêvebiriya me bikin û em wan qebûldikin. weke tê zanîn candar kêm tedbîrin û binav û dengin di bêhişiya xwede. Hêjaye gotinê ye ku di heman demê de hemû zanist û tewriyên biyolojî vê rastiya sirûştî di pejirênin û mikumdikin bê goman .lê dibe ku ew şert û merc li ser kerê me kurdan nayên bikaranîn û bê kontrolin.
Bi van gotinên giran ku heta radeyeke mezinin li ser bihîstinê û hiskirina wan zehmet tê ser guhan, lê nayê veşartin ku vê diyardeya ne sirûştî cihê xwe di nava bizava gelê kurd de girtiye û xwedî bandoreke berçave li ser sîkolojiya mirovan. mixabin ev rastiya bê nişe û berevajî xwedî cihekî taybete û bi biryare di çarenûsa gelê kurde ya bi navê siyaseta netewî û partîtî.lê nexwe gelo çima em roj bi roj texepaş dizîvirine qedera xwe , di dema xelkên cihanê ber bi pêşve diçin :.sedî sed sedemên sereke û bingehîn hene ku dibine asteng û nahêlin em weke hemo xelkên dinyayê ber pêşve biçin û xwe vejînin .
Eger êşa gelê kurd ne bingehîn bane û sedem jî ne ji fêmkoriya rayedar û rêveberên wî bin,siyasî û rewşenbîrî , ma gelo çi eger û ho hene …? bi gomna min û gelek mirov jî vê ra û bîrûboçûnê dipejirînin û gelek caran tênine ser ziman û dibêjin :ma ne em jî weke hemû afrandarên _xulyaqet_ dinê xwedê em afirandine bi nihqulan..? lê gelo çima em ne weke xelkê dijîn û serbestin û bi sed qulîne ..ne me cihe û ne çî ware…ne rûmete û ne hurmete ..!! em dinava welatê xwede penaberin , bê nan û avin, bê serûberin . gelo sedem ji meye …?? yan ji xelkêye ..na .? dibe ku sedem ji rêveberiya kerê me bê ….!!
4.2.2014