Pirsên Kovara Literaturê û Bersivên Min

Konê Reş

1 – Giringiyên wergerê çi ne? Bi taybet ji bo Kurdan.

B1) Danasîn e, pênasîn e û hevnasîna bi gelên cîhanê re ji nêzîk ve. Wergerandin globalîzma ye, banga hebûnê ye.. Sebaretî gelê kurd û wergerê ji zimanê kurdî ji bo zimanên din wek; Înglîzî, Espanî, Fransî nîşana pêşketin û hebûna afirandina bi zimanê kurdî ye. Bi wateyeke din ku zimanê Kurdî jî, ew zimane yê ku mirovê kurd dikare pê his û hestên xwe yên hûrik, biçûk û mezin û diyaloga ku di hinavê wî de çêdibe bîne ser kaxetê..
Bêguman rola wergerê di pêşketin û rûniştina zimanê netewî de jî zor mezin e. Nexasim sebaretî me Kurdan ku zimanê me qedexe ye; nivîsandina bi zimanê me qedexe ye.. Û wek ku diyar e pêşketina ziman, bi xwendin, nivîsandin û xebitandina wî zimanî ye…
   Vêca ji me Kurdan re pêwîste ku em berê pêşî, folklorê xwe, bi tev cureyên folklor ve berhev bikin, xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî di nav gelê xwe de belav bikin… Di pey re û berê pêşî, ji zimanê biyniyan wergerînin ji bo zimanê Kurdî û wiha pirtûkxaneya xwe a bi zimanê Kurdî ava bikin… Berê duyem ku em berhemên afrêner, yên bijartî ku bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin, wergerînin ji bo zimanê biyaniyan.. Erê, pêdiviye ku, em di destpêkê de pirtûkxaneya xwe, bi zimanê xwe dewlimend bikin da ku em karibin ji wê pirtûkxaneyê xeber bidin.. Eger em li zimanê xwe xwedî dernekevin, xwendevanên bi zimanê kurdî nebin, werger nikare tiştekî ji me re bike.. Mane Kurdan ji mêj ve gotiye: Etar ji tûrikê xwe xeber dide…
2 – Kîjan têkst bêne wergerandin baş e? Hindek têkstên taybet an ji her tiştên ku hene?
B2) Bêguman roman di serî de ye. Ji ber ku roman tev cureyên wêjeyê himbêz dike; pexşan, şano, helbest.. Belê da ku em xwe û toreya xwe bi biyaniyan bidin naskirin, pêwîste di destpêkê de em wan romanên bi serketî, yên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin û ji rex rexnevanan ve hatine nirixandin bi çakî, wergerînin ji bo zimanên biyabî û wiha helbestên çak û rind… Di pey re çendî em karibin pêmayê xwe ji çîrok, çîvanok, idiom, gotinên pêşiyan.. wergerînin zimanên din baş e. Ev pêmayê ku temenê wî bi hezarê sala ye û ji serboriyên bav û kalên me hatiye pê.
3 – Werger ji bo zimanê kurdî ji kîjan zimanan be wê baştir be?
B3) Bêguman zimanê Şikisbîr konê xwe di ser cîhanê re vegirtiye. Danûstandina pirraniya xelkên cîhanê bi vî zimanî ye, pirraniya xelatên toreyî yên ku têne dan, di rêka vî zimanî re ye. Ez zimanê Îngilîzî di destpêkê de dibînim. Di pey re Fransî, Espanî, Almanî, Çînî.. Lê her zimanî Îngilîzî dimîne sultanê zimanan.
 4 – Werger di çi astê de ye? Gîhaye asteke wiha ku bandorê bike û giringiya xwe biselimîne an no?
B4) Roja îro pêdiviya me bi wergerandina ji zimanê biyaniyan bo zimanê Kurdî bêtir heye ji wergerandina ji zimanê Kurdî bo zimanê biyaniyan.. Jixwe xelkên me yên ku bi zimanê biyaniyan dinivîsin, têra xwe hene û têra xwe ziyan gîhandine edeb û zimanê me… Eger em li berhemên wan mêze bikin em ê bibînin ku wan gelek idyom û gotinên pêşiyan ji zimanê Kurdî dizîne, ango bi rengekî zîrek wergerandine û di nav berhemên xwe de bi kar anîne û her çiqasî berhemên wan bi erebî, tirkî û farisî bin jî, lê her di bin bandora zimanê kurdî de ne.. Di warê wergerê de hêj em di destpêkê de ne, ew jî sedem gelekin; di pêşiya tevan de, qedexebûna zimanê me bû.  Wê qexebûnê nivîsandina zimanê kurdî li paş hişt. Wek ku em tev dizanin pêşketina ziman bi nivîsandinê ye, bi weşandina kovar û rojnameya ye, û dema ku ziman qedexe be, kovar û rojname qedexe bin wê halê wergerê perîşan û lawaz be.. Anku wê asta wê gelekî nizim û bê bandor be.. Ji sala 1991ê û virde hin bi hin deriyê wergerê di nav me û zimanê erebî de pak vebûye, lê hêj jî ew derî bi ber firehî di nav zimanê me û zimanê Espanî, îngilîzî, Fransî û yên mayî de venebûye.
Ez xweş bawerim ku gelek tekstên me yên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin, ku bên wergerandin ji bo zimanê biyaniyan, hêjane xelatên cîhanî. Lê ji ber nebûna wergerê, nehatine naskirin..
Roja îro pêdiviya me bi pêşmergên bajaran heye, ewên ku bi zimanên biyanî dizanin û pîş bi nivîsandinê dikin, pêwîst e em pişta
wan bigrin, nav di wan de bidin, da ku ji kurdî wergerînin bo zimanên biyanî û hem jî ku di mediya cîhanî de ronahiyê berdin ser tore û wêjeya kurdî.. Mêzekin bê çendan ji derhênerên kurdan xelatên cîhanî sandine..Ji ber ku flmên wan hatine wergerandin..
Di baweriya min de nivîskarê kurd, helbstvanê kurd, afirênerê kurd dagirtîtire ji yên tirk, ereb û Faris. Ji ber ku berhemdarê kurd ji kaniya du kulturan hespê xwe av dide; a kurdî û a desthilata ku welatê wî dagîrkiriye. Lê mixabin di warê wergerê de paşketiye..
5 – Kîjan pirsgirêk in di riya wergerê de?
B5) Pirsgirêka mezin ku hêj zimanê me bi du alfabeyan tê nivîsandin.. Du şêwezar ji zimanê me re bûne standerd.. Zimanê me wek ku pêdivîye rûneniştiye.. Pirtûkxaneya me di destpêka avakirina xwe de ye.. û wek ku hun tev dizanin, hesk di beroşa vala nayê dakirin.. Tevî vê rewşê hin hewildanên çak di warê wergerê de serê xwe radkin..
6 – Ji bo ku proseya wergerê pêş bikeve, çi tê xwestin?
B6) Di pirsa berî vê de min got; wergêrên ku bi herdu zimanan milevan bin lazimin. Ewên ku di zimanê kurdî û zimanê Ingilîzî an Fransî de serwext bin, ew wergêr têne xwestin..

Konê Reş

Qamişlo, 30.12.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…