Sersaxiya Xwişka Fewziya Emîn Ebdulrehman !

Xwişka hêja û dilovan Beyan Samî Ebdulrehman !
Tevahiya malbata rehmetî Samî Abdulrehman li herêma Kurdistanê  !
Tevahiya malbata rehmetiya Fewziya Abdulrehman li bajarê Amûdê û li dervey Welat !
Bi dilekî xemgîn û bi êş û jan me nûçeya tal ya koçbarkirina dawî ya xwişk û keça xaltîka xwe  ya hestiyar , dilovan û merovperwer , hêja Fewziya  bihîst .

Em beşdarî xem û êş û jana we ya dijwar dibim .
Omêdewarim rojên wisa tal û nexweş dûrî malbata we û milletê kurd be.

Sed rehmet li giyana wînî pîroz be û cihê wî buhişta rengîn be .
Hezar gul û çîçek û sosinên Kurdistanê li gora wênî pîroz be .
Bela serê we û malbata we û malbata me hemûyan sax be .

Zinar Şêxmûs
Selma Şêxmûs ( Slîvî )
Dr. Cemşîd Abdulkerîm
Dr. Şêxmûs Dalmîş
Berlin   –   Elmanya
29.01.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…